Li Kirmaşanê jinek ciwan hat qetilkirin

  • 12:50 7 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê Arêzû Olfetî Goldestê ji hêla kurê mamê xwe ve hat qetilkirin.
 
Li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilata Kurdistanê jina bi navê Arêzû Olfetî Goldestê (35) ji aliyê kurê mamê xwe yê bi navê Emîr Olfetî Goldestê (38) ve hat qetilkirin.
 
Li gorî agahiyên çavkaniyê ku nexwestiya navê xwe bide têkildarê sedemên bûyerê ev agahî dan: “Piştî ku Emîr dibihîze ku Arzû bersiva na daye daxwaza wî ya zewacê, li bajaroka Anahîta a Kirmaşanê bi wesayîta xwe êrişê wesayîta Arzû dike û di encamê de wesayîta Arzû diqelibe. Di cihê bûyerê de Arzû demildest jiyana xwe ji dest dide û xwîşka wê ku ew jî pêre bû bi giranî birîndar dibe û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneya bajêr. Li ser vê yekê kujer Emîr tê û cenazeyê Arzû ji wesayîta qelibî derdixîne û li wir 3 fîşekan li serê wê dixe.”