Malbata girtî: Bila ev dijhiqûqî bi dawî bibe

  • 09:04 7 Mijdar 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Girtiyê bi navê Îzzet Kina bi hinceta tevlî grevên birçîbûnê bûye û neçûye koxuşa bêaliyan înfaza wî hat şewitandin. Hevjîna wî Sevîm Kina bektek nîşanî bêhiqûqiyê da û got: "Ez bang li wezareta dadê dikim. Tevî cezayê hevjînê min qedyaye nayê berdan. Ez dixwazim demildest bê berdan, bê gel zarokên xwe."
 
Binpêkirinên mafan yên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin yek ji van pêkanînan jî girtiyên ku cezayên wan qedyane jî înfazên wan tên şewitandin, tahliyeya wan bi hincetên cuda tên taloqkirin. Li navçeya Gever a Colemêrgê di 2017’an de Îzzet Kina bi hinceta endamtiya rêxistinê hat girtin. Îzzet Kina yên li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye tevî 6 sal û 3 meh înfaza cezayê girtîgehê temem bûye, bi hinceta ‘tevlî grevên birçîbûnê bûye’ û ‘neçûye koxuşa bêaliyan’ nayên tahliyekirin. Hevjîna wî Sevîm Kina, binpêkirinên mafan yê hevjînê wê Îzzet Kina pê re tê rû hev vegot.
 
‘Ji ber pandemiyê em nabînin’
 
Sevîmê der barê mijarê de nêrînên xwe wiha anîn ziman: “4 sal in hevjînê min girtiye. Di 30’ê cotmehê de ceza qediya lê nehat berdan. Ez dixwazim bê tahliyekirin. Du zarokên min hene. Ji roja hevjînê min hatiye girtin ez tenê li zarokên xwe dinêrim. Ji ber pandemiyê em nikarin biçin hevdîtinê, nikarim zarokên xwe bibim.  Ez naxwazim zarokên xwe bibim hevdîtinên girtî, naxwazim li pişt camê bavê xwe bibînin.”
 
‘Bila ev bêdadî bidawî be’
 
Sevîmê anî ziman ku di hevdîtina dawî ya telefonê de hevjînê wê gotiye ‘Ji ber em ketin greva birçîbûnê ji ber em neçûne koxuşa bêaliyan, min tahliye nakin.’ Sevîmê  got ev tişta tê jiyîn dijhiqûqiyeke mezine.
 
Sevîmê wiha dawî lê anî: “Naxwazin hevjînê min bê tahliyekirin. Ez bang li wezareta dadê dikim. Tevî cezayê hevjînê min qedyaye nayê berdan. Ez dixwazim demildest bê berdan, bê gel zarokên xwe. Zarokên min 4 sal û 3 mehe bê bav in. Ji ber pandemiyê zarokên min bavê xwe nedîtin. Bila ev bêdadî bidawî be.”