Kongreya Star: Rewşa Efganîstanê asayî nekin

  • 17:01 6 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star, derbarê qetilkirina 4 jinên efgan de daxuyaniyek da û got: "Em vê êrişa baviksalar a li ser çar jinên Efgan şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku rewşa Efganistanê û kiryarên Talîbanê bê deng temaşe nekin û asayî nekin." 
 
Koordînasyona Kongreya Star têkildarî qetilkirina 4 jinan li Efganistanê, daxuyaniyek da û qetilkirina jinan şermezar kir. 
 
Daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star wiha ye:
 
“Em wek Kongreya Star li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hember nûçeya qetilkirina hovane ya 4 jinên çalakvan li bajarê Mezarî Şerîf ê Efganistanê hem xemgîn, hem bi hêrs in. Heta niha ji 4 jinan tenê cenazeyekî yekê hatiye tespîtkirin. Ew çalakvanê Furûzan Safî ye, mamosteyeke ciwan li Zanîngeha Balx.
 
Em vê qetilkirina hovane ya di bin siya rejîma terorê ya Talîbanê de pêk hat, wek kiryareke takekesî ya ji desthilatdarî û zîhniyeta heyî cuda nabînin. Qetilkirina hedefgirtî ya jinên xwe bi rêxistin dikin û bi awayekî aktîf xwe diparêzin, li hemû cîhanê pratîkeke berbelav û sîstematîk e. Sîstema baviksalar zêdetirî 5 hezar sal e jinan dike kole, ji mafên xwe bê par hiştine û di bingehê hişmendiya kapîtalîzm û netewedewletê de cih digire, jinên bi hêz û siyasî wek xetereyekê dibîne.
 
Çi dewleta Tirk be ku çalakvanên mafên jinan bi komî dide girtin û qetil dike, çi DAIŞ be ku jinan di bin çarçeveyan de vedişêre û li bazaran difiroşe, çi jî Talîban be ku mafên jinan ên bingehîn înkar dike, hemû xwedî heman hişmendiyê ne. Li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jinên çalakvan gelek caran rastî êrişên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk tên. Li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jin rastî her cure şîdeta zayendperest tên û dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî çalakvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di heman demê me de, êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser çalakvanan berdewam dikin, mîna di meha Çileya îsal de li ser hevrêyên me Hind û Saade ku ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin.
 
Hişmendiya Talîbanê ne ji ya DAIŞ'ê û ne jî ji ya Tirkiyê cuda ye, pêkanînên wan ji hev cuda nîn in, xwedî heman kok in. Talîban sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne. Hêzên ku rê li ber Talîbanê vekirin ji bo desthilatdariya li Efganistanê jî sûcdarên wan binpêkirinan in. Em di wê baweriyê de ne ku tundiya li dijî jinên rêxistinkirî bi serê xwe tundiya rasterast a li dijî civakê ye. Ji ber vê yekê li hemberî van êrişan divê civak û saziyên navneteweyî li hemberî vê rabin.
 
Li hemberî van êrişên baviksalar, berxwedan û xweparastin bi taybetî yên xweser pêwîst in. Ji ber ku ev qetilkirina jinên siyasî hêz û dewletên baviksalarî û kapîtalîst ên li çar aliyê cîhanê wek amur bikar tînin, pêwîst e di asta navneteweyî de têkoşîn bê kirin û di navbera tevgerên jinan û tevgerên civakî yên li çar aliyên cîhanê de tifaq bên çêkirin.
 
Em wek Kongreya Star vê êrişa baviksalar a li ser çar jinên Efgan şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku rewşa Efganistanê û kiryarên Talîbanê bê deng temaşe nekin, normalîze nekin û îtîrafê pê nekin.
 
Em jinên Efganistanê ku bi tundî û qetilkirinê re rû bi rû dimînin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî dikin. Li dijî hemû sûcên Talîbanê em bang hemû hêzên demokratîk û rêxistinên jinan dikin ku bi civak û jinên Efxanistanê re hevgirtî bin, bibin xwedî helwest  û têkoşîneke hevgirtî bikin.
 
Jin, jiyan, azadî.”