Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li dijî êrişan daxuyaniyek da

  • 16:20 6 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi çalakiyekê soza berdewamkirina têkoşînê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilat Sûriyê da.
 
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist. Jinan li pêşiya navenda meclisê ya li taxa Şêxmeqsûd kom bûn. Di çalakiyê de berdavka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Hat piştrastkirin ku dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike ewlehiya herêmê têk bibe û tola xwe ji rêveberiya jinan hilîne ji ber ku roleke pêşeng di rizgarkirina Kobanê de lîst. Her wiha hat diyarkirin ku jin bûne sembola jiyana azad.
 
Di daxuyaniyê de sûcên domdar ên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan hatin şermezarkirin û bang li hêzên garantor hat kirin ku erkên xwe li hemberî gel pêk bînin û qada hewayî ya herêmê li ber balafirên dewleta Tirk bigirin.
 
Her wiha bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku rê li pêşiya siyasetên dijber û sûcên hovane yên li dijî sûriyan ên li herêmên dagirkirî bigirin.
 
Di dawiyê de hat gotin ku dê têkoşînê berdewam bikin heta ku dagirkerî ji Sûriyê tê derxistin û Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî were avakirin.