Ji bo piştgiriyê bidin jinên efganî tura bisiklêtê li dar xistin

  • 15:53 6 Mijdar 2021
  • Rojane
 
 
STENBOL - Piştevaniya Jinan a Nar, ji bo piştevaniya bi jinên efganî re tura bisiklêtê li dar xist. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku tu kes nikare têkoşîna jinan teslîm bigire. 
 
Piştevaniya Jinan a Nar, li Parka Yogurtçu ya Kadikoya Stenbolê ji bo piştevaniya bi jinên efqan re tura bisiklêtê li dar xist. Di destpêka turê de daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê jinan Seda Balmumcu daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Jinên efgan ligel her tiştî bi salane têkoşînek dide. Ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîna xwe her tim domandiye. Em têkoşîna jinên efgan silav dikin. Em guh didin gotinên wan. 
 
Her wiha em erêkirina cezayê Çîlem Dogan qebûl nakin. Em ê li dijî daraza mêr têkoşîna xwe bidomînin. Îqtîdara AKP'ê bi Talîbanê re hevdîtineke fermî pêk anî. Bi Serokatiya Karê Diyanetê re polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî jinan teqes kir. 
 
Em îro li dijî binpêkirina mafên jin û zarokan, xespkirina mafan, ji bo aştî, azadî, wekhevî, laîk û serxwebûnê bisiklêtê diajon. Em ji bo zarokên keç ên efgan, ji bo jinên ku dixwazin bixebitin îro daketin qadan. Kesek nikare têkoşîna me ya jinan teslîm bigire. Em dev ji kolan, qad, kampus, dibistan û kargehan bernadin. Jin hene û li her derê ne'