Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Manîsayê hat avakirin

  • 15:30 6 Mijdar 2021
  • Rojane
MANÎSA - Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, bang li dayikan kir ku ji bo pêkanîna aştiyê bila tevlî xebatên înîsiyatîfê bibin. 
 
Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin. Ji bo deklarekirina avakirina înîsiyatîfê, jinan li avahiya Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP) a Turgutluya Manîsayê kom bûn. 
 
Li ser navê înîsiyatîfê Behriye Yalçin axivî û got: "Divê dayikên ku êş kêşandî ne li malê bin li kolanan li dijî şer têbikoşîn. Ji bo xebatê rêxistinbûn girîng e, ji ber vê jî me înîsiyatîfa xwe îlan kir. Em ê ji bo ax, zarok û nasnameya xwe xwe bi rêxistin dikin. Heke em dayik xwe bi rêxistin nekin dawî li êşa me nayê. Em ji bo zarokên xwe winda bikin naynîn dinê. Em ji bo zarokên me bijîn têbikoşîn. 
 
Her wiha ez bang li hemû dayikên ku aştiyê daxwaz dikin dikim û bila bên di bin banê înîsiyatîfê de têbikoşîn."