Dayika Hevrîn Xelef Sûad: Xwedî li rûmeta Kurdistanê derkevin

  • 11:27 6 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ku li Deriyê Sêmalka di çalakiyê de ye got: “Heta em cenazayên zarokên xwe nestînin, em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Banga min ji bo tevahî dayikên gerîla û pêşmergeyan ew e ku li dijî îxaneta Mala Barzanî xwedî li rûmeta Kurdistanê derkevin.”
 
Çalakiya konê xwepêşandanê yê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve li deriyê Sêmalka tê birêxistinkirin, ji bo radestkirina cenazeyên di kemîna hêzên PDK’ê de jiyana xwe ji dest dane, di roja 32`an de didome. Li ser berxwedana Deriyê Sêmalka, dayeka Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ku ew jî niha li Deriyê Sêmalka di çalakiyê de ye, ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî.
 
Sûad di nava axaftinên xwe de bal kişand li ser armanca PDK’ê û wiha got: “Tenê ji vê îxaneta Mala Barzanî, dewleta Tirk kêfxweşe û PDK avek cemidî di dilê dewleta Tirk de dike. Dema ku em li dîrokê mêze dikin, em dibînin ku hertim gelê Kurd bi îxanetkaran re rû bi rû maye. Heyf û mixabina navê Kurdan, îro dewleta Tirk Kurdan ji xwe re dike cerdevan û sîxûr. Divê Gelê Kurd van navên bê rûmet qebul neke û heta dawî li dijî van bê exlaqiyan şer bike. Niha PDK bi van kiryaran cesaret dide dijmin, lewma îro dewleta Tirk li her derê li dijî Kurdan şerekî topyekûn daye îlankirin. Çi dibe bila bibe û bila hemû kes jî bizane gerîla ji bo tevahî Kurdan şer dike, yek Kurdistan heye û em yekin. Ji bo wê PDK û dewleta Tirk ti caran nikare me ji doza rûmetê bide paş.”
 
‘Em ê heta serkeftinê berxwebidin’
 
Sûad bal kişand li ser xwedî derketina li çalakiyê û da zanîn ku piştgirî û xwedîderketinek pir mezin ji çalakiya wan re heye û wiha bi lêv kir: “Em bi berxwedaniya xwe daxwaza cenazeyê zarokên xwe dikin. Malbatên me yên hêja yên ku li konê çalakiyê her roj ji aliyê Şêxan, Mamoste, Rojnamevan û Rewşenbîran ve tên ziyaretkirin. Em bi moral û motîvasyona ku gelê me dide me, hîn zêdetir bi xwestek dibin. Wek gelê Kurd heta niha me ji bo xak û doza xwe berxwedaye û ji bo vê armancê me evqas şehîd dane. Em heta serkeftinê amadene ku hîn zêdetir berxwebidin. Wek malbatên şehîdan em dizanin ku dewleta Tirk bi zanebûn pêşmerge û gerîla bi hevdû didin şerkirin. Li ruxmê ku Mala Barzanî vê yekî dizane jî, dibe hevkarê dewleta Tirk û gerîlayên me şehîd dixe. Em vê yekê qebûl nakin û heta em negihijin armanca xwe, em dest ji çalakiyên xwe bernadin. Ne tenê bi çalakiya kon vedanê, emê bi dehan çalakiyên din vê kiryara li dijî gelê Kurd şermezar bikin û qebûl nekin.”
 
‘Divê malbat li her qadê bikin cihê têkoşînê’
 
Herî dawî dayîka Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa ev tişt gotin: “Em deyndarê Rêber Apo ne. Em berxwedana tevahî Gelê Kurd û gelê welatparêz silav dikin. Gerîla îro destanên lehengiyê dinivîsînin. Em wek malbatên şehîdan divê xwedî li destkeftiyên şehîdên xwe derbikevin û rê nedin îxaneta Mala Barzanî. Her wiha ez bang li gelê me yên Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, Mexmûr, Şengal û ji derveyî welat dikim, werin em bibin yek û xwedî li xaka xwe derbikevin. Bese ji dagirkerî û tecrîdê re. Em nebin yek, wê Mala Barzanî xaka me bide dagirkeran. Ji bo wê tekane rê berxwedan û têkoşîne.”