Ji girtiyan name: Dengê me bibihîzin

  • 09:05 6 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - Arjîn Yuksekbag a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne, ji TUAY-DER’ê re nameyek şand û diyar kir ku ew bawerin ku wê deng bidin dengê wan û banga hestiyariyê kir.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandor li ser hemû girtîgehan dike û girtî her roj bi binpêkirineke nû re tên rû hev. Binpêkirinên mafan yên li girtîgeha Jinan  a Sîncanê bi hevkariya malbat û girtiyan her tim tê rojevê. Girtiya bi navê Arjîn Yuksekbag a li girtîgeha Sîncanê ye di 29’ê îlonê de nameyek şand Komeleya Piştevaniya Alîkariya Malbatên bi Girtiyan re ya Sêrtê (TUAY-DER) û rojek berê name gihişt komeleyê.
 
‘Bi hinceta pandemiyê  astengî’
 
Arjînê nameya xwe de balkişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û got bi pandemiyê re çûne sînorkirineke giştî, ev rewş li girtîgehê bûye wek tecrîdê û got: “Li pirsgirêkên heyî yên nû zêde bûn. Bi hinceta pandemiyê van didin pêş. Ev sê sal in ode nehatine guhertin. Tevî mafê me yê herî serekeye nayê kirin.Tevî me serî li gelek derî da û gilî kir jî venegeriyan. Wek tê zanîn daxwaza guherîna odeyan li gorî rewşa girtiyan tê kirin. Tevî em hincetên xwe dibêjin jî tên redkirin. Hinek hevalên me yên nexweş tevî ferze ku odeya wan bê guherîn jî ev li ber çavan nayê girtin. Lê girtiyên ji sûcên din odeyên wan her tim tên guhertin. Di vî alî de newekheviyek mezin heye.”
 
‘Înfaz bi awayekî kêfî tê şewitandin’
 
Arjînê wiha balkişand ser şewitandina înfazan yên bi kêfî tên kirin û wiha pê de çû: “Girtiyên divê bên tahliyekirin bi mehan tên girtin. Vê bi lêpirsînên dîsîplînê yên bi kêfî tên kirin, dikin. Herî dawî ji ber me stran got û govend geran, lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. Hem ceza hevdîtinê hem ya ragîhandinê hat dayîn. Pêşiya hevdîtinên me yên bi malbatan re tê girtin. Ger ev lêpirsîn bên erêkirin tahliye jî 4-5 mehan tên derengxistin. Ligel vê heta wê demê lêpirsînên kêfî yên nû tên dubarekirin. Mafê me yê tenduristiyê tê astengkirin. Mînak doktorê revîrê, ji koxuşên cuda 3 an jî 5 kes ji heman beşê şewqê bixwazin, bi awayekî kêfî vê nake. Di çûyîn û hatine nexweşxaneyan de em ji ber nêzîkatiya leşkeran qebûl nakin, ev wek lêpirsînê li me vedigere. Dema nêz de sê hevalên me bi vê pêkanînê re hatin rû hev.”
 
Arjînê berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Koxuşên me di rewşeke ku dikare pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê peyda bike de ne. Tevî vê şertên me hîn bêtir giran dikin. Di koxuşa sê sal in ez lê me de, di sê odeyên wê de rutubetek mezin heye. Ji bilî tuwalet û serşoyê dîwarên odeyê hemû şilin. Her tim boyaxa wê tê xwarê. Bîhn û şiliya wê derfetên jiyana me dadixe asta herî jêr. Hevalên nexweşên astimê hene. Bandorek mezin li ser wan dibe. Me serlêdan kirin, gilî kir. Hefteyek berê tadîlatek dest pê kir. Lê ev tadîlat li koxuşa katê ser me tê kirin. Hevalên me yên wir bi vê hincetê birin cihekî din. Gotin wê mehekê bidome."
 
'Nameyên me tên windakirin'
 
Arjin, destnîyan kir ku demek dirêje ji ber pandemiyê aktîvîte tên qedexekirin û wiha bi lêv kir: "Tevî pêvajoya normalbûnê, aktîvîteyên me yên wêne, sohbet û sporê hîna qedexene. Piştî hewldanên me gotin wê spor dest pê bike.  Lê ew jî mehê carekê ye. Derfetên me yên girtina nûçeyan tûne. Bi kêfî tê sînorkirin. Herî dawî Rojnameya Evrensel dan. Nameyên me bi kêfî ya dereng dişînin yan jî qet nadin. Der barê ku hevdîtinên me yên telefon û girtî vekirî bikevin bin qeydan, biryar hat girtin. Ket meriyetê. He rwiha ji ber em ketin grevên birçîbûnê li gelek hevalan doz hat vekirin. Dixwazin mafê me yên herî xwezayî îlegalîze bikin, bi endamtiya rêxistinê girê bidin û ceza bidin."
 
'Ez li ser navê 60 jinî dinivîsim'
 
Arjîn, da zanîn ku li ser navê 60 girtiyên jin name nivîsandiyê û wiha dawî li nameya xwe anî: "Daxwazên me yên sewqê li ber çavan nayê girtin. Minak 5 sal in dixwazim ku min sewqî girtîgeheke nêzî malbata min bikin. Lê nayê qebûlkirin. Hince jî ya pandemî ya jî tijebûna girtîgehê ye. Lê girtiyên ji sûcên cuda sewq dikin. Em bi her awayî rastî cudakariyê tên. Hîna gelek pirsgirêk û astengiyên din  hene. Ez van tiştan ne tenê li ser navê xwe li ser navê 60 jinî dinivîsim. Ez dizanim ku hûnê bibin dengê me û ligel me bin. Em di her alî de piştgiriya we hîs dikin.”