ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 6 Mijdar 2021
  • Rojev
 
*Esnafên bajarê qedîm Mêrdînê, ji ber qeyrana aboriyê ya ku roj bi roj mezin dibe bertek nîşan dan û gotin:"Cihekî turîstîk ê weke Mêrdînê jî derbên mezin xwar. Ev mezinbûna qeyrana aboriyê û polîtîkayên şaş nîşan dide. Qeyrana aboriyê polîtîkayên şaş nîşan dide."
DÎMEN HEYE
 
*Arjîn Yuksekbag a li girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne, ji TUAY-DER’ê re nameyek şand û diyar kir ku ew bawerin ku wê deng bidin dengê wan û banga hestiyariyê kir. 
 
*Hevberdevka Partiya Keskan Emîne Ozkan da zanîn ku ji bo hilweşîna ekolojîk raweste ji bo jin, ekolojî, LGBT  û mafê zarokan divê hawirek demokratîk bê avakirin û got wê demên pêş de wê polîtîkayên avhewayê yên rê didin ber siyaseta Tirkiye û cîhanê hebin. Emîneyê deklerasyona HDP’ê jî wek pêngavek erênî nirxand. BI DÎMEN 
 
* Li Wanê Dayikên Aştiyê, damezrandina Meclîsa Dayikên Aştiyê îlan kir. Dayikan, bang li dayikên Wanê kir ku bila tevlî meclîsê bibin û gotin: "Li her çar alî şereke kûr heye û bandorê li me dike. Banga me ya ewilî jî bi dawîkirina tecrîdê ye." BI DÎMEN 
 
*Jinan bertek nîşanê tezkereya ji meclîsê derbas bûye dan û diyar kirin ku destkefiya şer tune, herî zêde jin û zarok ji şer bi bandor dibin û gotin: “Şer hilweşîne. Ji ber şer pirsgirêkên aborî û ekolojîk dertên holê.” BI DÎMEN