Edîbe ya ku got 'kurd tu carî serî natewînin': Tecrîd li her derê ye

  • 12:39 5 Mijdar 2021
  • Rojane
WAN - Edîbe Babur ya ku di daxuyaniya hat xwestin li dijî darbeya 4'ê Mijdarê ku li hemberî HDP'ê pêkanîn bê dayîn de bi lêdanê hat binçavkirin got, "Min duh jî gotibû, wê kurd li hemberî zilma we tu carî serî netewînin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê polîtîkayên şer jî bi dawî nebin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 5'emîn salvegera darbeya siyasî ku li hemberî wê hat kirin û di nav de Hevserokên Giştî yên partiyê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî heye gelek siyasetmedar hatin girtin duh li gelek deveran çalakî li dar xist û careke din darbe şermezar kir. Li gel ku binçavkirin û girtina siyasetmedaran berdewam dike duh dîsa HDP'yî û muxalifên ku daketin qadan bi êrîşa polîsan re rûbirû hatin. 
 
Di vê çarçoveyê de Rêxistina HDP'ê ya Wanê jî li Kolana Hunerê xwest daxuyaniyê bide û vê darbeya siyasî şermezar bike.  Polîsên ku êrîşî girseya xwest daxuyaniyê bide kirin di nav de Rêvebera Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ( TUHAY -DER) Edîbe Babur jî heye gelek kes bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Edîbe ya ku dema hat binçavkirin polîsan jê xwest serê xwe berjêr bike û got, "Wê kurd tucarî li hemberî zilma we serî netewînin" bala her kesî kişand ser xwe. Edîbe derbarê binpêkirinên mafan ku di dema binçavkirinê de li hemberî wan hatin kirin nirxandin kir. 
 
'Çêr û heqaret kirin'
 
Edîbe diyar kir ku ji bo daxuyaniyê bidin li Kolana Hunerê kom bûne, wê demê polîsan êrîşî wan kiriye û berdewam kir, "Mixabin polîsên vî welatî li heberî çalakiya me ya herî demokratîk jî xwe ranegirtin û êrîşî me kirin. 6 hevalên me hatin binçavkirin  2 polîsan jî bi destên min girt û çêr li min kirin. Polîsa bi navê Ayşe bi caran ji min re got ku ew ê di wesayitê de li min bide. 4 saetan em di wesayitê de dan sekinandin. Li gel min hevalên min ters kelepçe kirin."
 
'Dozgeriyê tevlihev kiriye'
 
Edîbe ya ku di yar kir ew bi saetan di wesayitê de hatin rawestandin, diyar kir ku piştre ew birin kontrola tendirustiyê û piştî kurapora lêdanê girtiye ew serbest berdane. Edîbe anî ziman ku piştî wê bi demeke kurt, muduriyeta polîsan a  Wanê telefonî wê kiriye û ji bo îfadeyê bide gazî wê kirine. Edîbe got ku dema di rê de bûye biçe îfadeyê jî polîsekî din telefonî wê kiriye û gotiye "dozgeriyê tevlihev kiriye hewce nake hûnbên muduriyet." 
 
'Ji bo ku aştî bê vî weatî divê tecrîd bê rakirin'
 
Edîbe diyar kir ku wê polîtîkayên binçavkirin û girtinê wê bêzar nekin û wiha got, "Em tucarî li heberî cudakariya ku li kurdan tê kirin û neheqiyên li kurdan tên kirin serî natewînin. Ji 1999'an ve li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ev tecrîd li tevahiya welat belav bûye. Ji bo ku aştî û demokrasî bê vî welatî divê tecrîd û polîtîkayên şer bên bidawîkirin. Min duh jî got wê kurd li heberî zilma we tu carî serî netewînin."