Li Efrînê 14 sivîlên din hatin revandin

  • 12:02 5 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve li Gundê Îska yê Efrînê 14 sivîl hatin revandin.
 
Li gor çavkaniyên herêmî koma Feyleq El Şam a girêdayî dewleta tirk e li Gundê Îska yê Efrînê 14 sivîl hatin revandin.
 
Çavkaniyên herêmî ragihand ku navê sivîlên hatine revandin wiha ne:
 
"Mihmed Elî Osman (24), Hesen Îbo Îbiş (50), Bekir Nûrî Berekat (30), Selha Nûrî Selha (40), Fadil Ebdulrehman (30), Welîd Hayder Mamo (45), Mesûd Îbrahîm Mamo (40), Ednan Omer Îbo (56), Cemal Mihmed Alo (35), Ehmed Macid Remo (35), Hesen Samî Bazur (23), Binevş Omer Îbiş (50), Esûm Omer Îbiş (50), Bişûr Sibhî (30)."