Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê di 7'ê Mijdarê de li Êlîhê şahiyê li dar bixe

  • 09:06 5 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku di çarçoveya kampanyaya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" de xebatên xwe berdewam dike, wê 7'ê Mîjdarê li Êlihê şahiyekê li dar bixe. Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Gulîstan Yilmaz, wiha got: “Di 7ê Mîjdarê de em li benda hemû ciwanan in ku bi rêxistinbûna xwe ji polîtîkayên şer ên taybet re bibin bersiv.”
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 10’ê îlonê de starta kampanyaya xwe ya "Em tiryakê biterikînin, jiyaneke nû ava bikin" dabû. Meclisa Ciwanan bi vê kampanyayê hedef dike ku balê bikişîne ser bikaranîna hişbir û belavbûha fihûşê ya li herêmê. Di çarçoveya vê kampanyayê de ciwan bername û kampanyayên curbicur li dar dixin. Niha jî ciwanan di çarçoveya xebatên kampanyaya xwe de wê di 7'ê Mijdarê de li Êlihê şahiyekê li dar bixin. Têkildarî mijarê endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Gulîstan Yilmaz axivî.
 
Ciwan wê tu carî ji bo polîtîkayên şer ên taybet serî netewînin
 
Gulîstanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şer ên taybet û diyar kir ku êrişek ji bo tunekirinê ye ku bi destên desthilatdariyê li ser ciwanan tê meşandin. Gulîstanê, wiha axivî: “Destdirêjî, tundî û êrîşên ku li dijî jinan pêk tên pirsgirekek gerdûnî ye. Bêguman ew êrîş jî bi taybet li dijî jinên ciwan pêk tên. Desthîlatdar, bi gotinên zayendperest, bi medyaya ku hişmendiya serdestiya mêr di nav xwe de dihewîne, ji bo jinên ciwan modelek bindestiyê xêz dike. Faşîzma ku xwe bi tifaqa AKP-MHPê daye rewakirin, her ku diçe li ser ciwanan û li ser jinên ciwan bi şêwazek din nîşan dide. Em di pêvajoyek dîrokî de ne ku divê hemû qadên civakê ji vê pêvajoyê re bikaribe bibe bersiv. Em wek jinên ciwan ên kurd ku ji dîrokê ve heta niha di bin hedefa qirkirinê de bûne lê tu carî serî netewandiye. Em dikarin bêjin ku li dijî vê xeta berxwedanê jinên kurd jî pêş ve ketiye.”
 
Operasyonek ji hêla desthilatdariyê ve hatiye destpêkirin
 
Gulîstanê destnîşan kir ku di encama polîkayên şer ên taybet de, li herêmê bûyerên tiryakê fihûş û îstîsmarê gihaştiye lûtkeyek herî jor û wiha pê de çû: “Xebatên di wê hêlê de jî di bin banê faşîzmê de tê teşwîqkirin. Gava em lê dinihêrin desthilatdar di gelek noqteyên ku kesên firotina tiryaqê dikin şûna ku wan bide sekinandin parastina bûyerên bi vî rengî dike. Her wiha şûna girtina cihên ku lê fihûş tê kirin dîsa parastina wan dike. Bi pêngava kampanyaya me hate zanîn ku li Amedê di bin navê “Li Amedê qada narko” operasyonek hatiye destpêkirin. Lê belê me dît ku yên beşdarî operasyonê bûne dîsa kesên taybet ku ji hêla desthilatdariyê hatine şandin in. Ev kesan ciwanan didin sekinandin û ji wan re kontrola GBT'ê dikin. Her wiha li gorî zanînên ku ji me re hatine, gelek ciwanan bi vê rêyê xwestine binçav bikin û li dijî kampanyaya me li gelek ciwanan gef hatiye xwarin. Ango bi vê helwestê dixwazin çavê me bitirsînin.”
 
'Em ê merasîmek ji bo xelatdayîna pêşbirkê li dar bixin'
 
Gulîstanê bal kişand ser xebatên di çarçoveya kampanyayê jî û diyar kir ku ew li dijî polîkayên şer ên taybet ku li ser ciwanan tê meşandin pêşbirkekê ji bo jinên ciwanan li dar xistine. Gulîstanê, got: “Serlêdanên ji bo pêşbirka “jinên ciwan a li dijî fihûş û tiryakê nin” di 30ê Cotmehê de bi dawî bû. Em ê di 7'ê Mîjdarê de li Êlîhê jî merasîmekê ji bo xelatwergirtinê li dar bixin. Armanca me ya ji bo vê pêşbirkê ev e ku di pêvajoya pandemiyê de jinên ciwan reng û şêwaza xwe nîşan bidin. Ji ber vê sedemê me pêşbirka di hêla hunerê de li dar xist. Wêne û helbestên ku ji bo pêşbirkê ji me re hatin şandin piştrasta li dijî polîtîkayên şer ên taybet bû.”
 
Em di 7'ê Mijdarê de li benda we ne
 
Gulîstanê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her çiqas bi polîtîkayên taybet werin ser me ve û di nav hewildanên ji bo ku têkoşîna me biçewîsinîn de bin, em ê ji têkoşîna xwe neqerin. Di 7'ê Mijdarê de jî em li benda hemû ciwanan e ku bi rêxistinbûna xwe ji polîtîkayên şer ên taybet re bibin bersiv.”