Zarokê ku derziya şaş lê hat xistin jiyana xwe ji dest da

  • 20:21 4 Mijdar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN – Zarokê Rojavayî  ê bi navê Ahmet Abas yê 1 salî bû ji ber ku derziya şaş lê hat xistin jiyana xwe ji dest da. 
 
Di qebîna tendirustiyê ya ku li cadeya Klîseyê ya li navçeya Qoserê de ji ber derziya şaş zarokê Rojavayî yê 1 salî, Ahmet Abas ket nava rewşeke ne baş. Li ser buyerê Ambulans hatin cihê bûyerê  û hat gotin ku Ahmet Abas jiyana xwe ji dest daye. Zarok bi ambulansê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. 
 
Şehmûs A. yê ku 30 sa lin li navçeyê qebîna tendirustiyê dide meşandin jî hate binçavkirin.