Li Kobanê bi meşek dirêj gefên dewlata tirk hatin şermezarkirin

  • 15:16 4 Mijdar 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Ciwanên Herêma Firatê bi dirûşma "Em ê di şopa heqîqetê de de bi ser kevin, ne êrîşên ezmanî ne çekên kîmyewî, tû hêz nikare hebûna me tune bike" li Kobanê dest bi meşa dirêj a li dijî êrîş û gefên dewleta tirk kirin. 
 
Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê li dijî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşa dirêj kirin. Di meşê de bi sedan ji ciwan, jinên ciwan, Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.
 
Ciwan li gundê Têrî yê li Rojhilatê Kobanê kom bûn.
 
Di destpêkê de daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamê desteya ciwan û werzişê Elî Ehmed Elî hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em weke gelê kurd, di serdemeke pir dijwar  a  têkoşinê de derbas dibin. Di têkoşîna me ya her dem a çil salî de, berxwedan  û têkoşina  me, îro  xwe gihandiye  lûtkeya  herî bilind. Di şexsê gerilayên qehreman de, çiyayên Kurdistanê bûne navenda berxwedan û têkoşina me ya kurdan. 
 
Em weke gelê kurd, li ser axa Rojhilata Navîn bi kok bûne û xwedî çandeke kevnar in. Çanda me ya kevnar ku li ser axa Kurdistan û Rojhilata Navîn  bi kok bûye, xwedî mirateya egidî û çelengiyê ye. Bî sedan egîd û çelengên Kurdistanê îro li ser çiyayên Kurdistanê  li berxwe didin. Em deyndarên wan e. Bi taybetî  di van  şeş mehên dawî de bi destê dewleta tirk a faşist, li ber  çavên cîhanê şerekî nemerdane  bi rê ve diçin. Li hember gerilayan  qehreman  bi çekên kimyami û jehrî  êrîşên  hovane  pêk tê. 
 
Em weke  tevgera ciwanên şoreşger  û yekîtiya jinên ciwan di serî de li dijî kiryarên dewleta tirk a dagirker  û hevkarên wî  hemû gelê xwe têkoşîna  hevpar dikin. Em heya  dawî  li gel berxwedana gerilayên xwe ne,  gerîla rûmeta jiyana azad e û em wek ciwanên kurd bi hebûna xwe deyndarên gerilayê qehreman in . Gerîla  parêzvanên axa  Kurdistanê ye  û em wekî  ciwanên kurd heya hebin wê tu car  agirê  berxwedana  çiyayên Kurdistanê venemire.
 
Pişt re ciwanan bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd namirin" dest bi meşê kirin.
 
Hat payîn wê îro meş li gundê Şêranê raweste û sibehê jî ber Kobanê ve here û bi dawî bibe.