Emîne bi seromê tevlî çalakiyê bû, bi mudaxaleya polîsan re rûbirû ma

  • 14:10 4 Mijdar 2021
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar ku di roja 241'emîn de têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne, îro bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû û bi astengiya polîsan re rûbi rû ma. 
 
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku di 9'ê adarê de dest pê kiribû di roja 241'emîn de didome. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşa 14'ê hezirana 2018'an de ji aliyê parastvan û xizmê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar xelas bû, dema ku xwestin bên ber edliyeyê tansiyona Emîne Şenyaşar ket û çûn nexweşxaneyeke taybet a li navçeyê.
 
Piştî mudaxaleya tenduristiyê Emîne Şenyaşar bi xwe ve hat û rexmî hişyariya bijîjkan "divê 2 rojan bêhna xwe vedî" jî got ku wê navber nede nobeta xwe û bi seromê ber bi Edliyeya Rihayê ket rê. Piştî demekê Emîne Şenyaşar a serom di milê wê de û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin. 
 
Bi destpêka nobetê re polîsan mudaxaleyê çalakiyê kirin û xwestin bi zorê Emîneyê bi ambulansê bibin nexweşxaneyê. Emîne li hemberî mudaxaleya polîsan gotin "Min bibin girtîgehê". Emîneya ku çuyîna nexweşxaneyê red kir bi Ferît Şenyaşar re ji bo hevdîtina bi dozger re ket avahiya Edliyê.