Di doza hevşaredaran de daxwaza 'guhdarkirina li şahidan' hat redkirin

  • 13:38 4 Mijdar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Di doza Hevseroka Şaredariya Qoserê Nilufer Elik Yilmaz û Hevseroka Şaredariya Stewrê Gulistan Oncu de daxwaza "guhdarkirina li şahidan" hat redkirin. 
 
Li Mêrdînê, 6'êmîn danişîna Hevşaredara Qoserê Nilûfer Elîk û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu ku ji aliye Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin hat dîtin. Her du hevşaredar jî tevlî danişîna ku li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin nebûn. Parêzerên wan li danişînê amade bûn. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de destpêkê nivîsên hatibûn hatin xwendin. Li dadgehê nivîsa derbarê şahidê nepen ê bi navê "B19O9L6D2P0L1T5 (BOLDPİLOT)" ku beriya niha ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastina Şahid ve hatibû ragihandin ku navê wî di Bernameya Parastina Şahid de tune ye de hat xwendin. 
 
Di nivîsa ku ji aliyê Miduriyeta Polisan a Mêrdînê ve hat şandin de hat angaştkirin ku girteka derbarê "şahidê nepen" de ku hatibû ragihandin ji Bernameya Parastina Şahid hatiye girtin bi şaşî li Miduriyeta Şaxa TEM'ê hatiye dîtin.
 
Piştre dozger mutalaaya xwe ya beriya niha dubare kir û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" ji her ju hevşaredaran re ceza xwest. 
  
Parêzeran li dijî mutalaayê parastin kirin û daxwaz kirin ku "şahidê nepen" ê mijara gotinê û şahidên aşkera li danişînê bên guhdarkirin. Her wiha parêzeran daxwaza xwe ya ku Parlamentera berê ya HDP'ê Gulseren Yildirim weke şahid bê guhdarîkirin dubare kirin. 
 
Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran ên derbarê şahidê nepen, şahidê aşkera û Gulser Yildirim red kir û danişîn taloqî 1'ê sibata 2022'an kir.