Polîsan li Agirî êrîşî HDP'îyan kir: 6 kes binçav kirin

  • 13:31 4 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AGIRÎ - Polîsan êrîşî HDP'îyên ku darbeya 4'ê Mijdarê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin kir û 6 kes bi lêdanê binçav kirin.
 
Polîsan li Aigiriyê êrîşî daxuyaniya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo şermezarkirina darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê li hemberî partiya wan hat kirin bidin kir. Welatiyên ku xwestin tevli daxuyaniyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û welatiyan jî bertek nîşanî êrîşa polîsan dan. Piştî ku destûr nehat dayîn daxuyanî bê dayîn HDP'îyan dest bi çalakiya rûniştinê kir.
 
Di dema çalakiya rûniştinê de polîsan êrîşî HDP'îyan kir ku 6 kes bi lêdanê binçav kirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de  Hevserokên HDP'ê Semra Ozden û Erol Berke jî hene.