Li Girtîgeha Eregliyê li dijî girtiyan lêpirsîna dijwar hat kirin

  • 12:03 4 Mijdar 2021
  • Rojane
 
AMED - Li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê di bin hevdîtina bi parêzeran re girtiyên ji qawişên wan tên derxistin mecbûr tên hiştin bi dozger û polîsên tevgera taybet re hevdîtinê bikin û li dijî girtiyan lêpirsîna dijwar hat kirin.
 
Binpêkirina mafên li girtîgehan ên li dijî girtiyan her diçe zêde dibin. Hat hînbûn Omer Sipek ê li Girtîgeha Eregliyê ya Konyayê tê girtin tevî hevalên xwe yên qawişê bi gotina "parêzer hat" ji qawişên xwe tên derxistin û mecbûr tên hiştin bi dozger û polîsên tevgera taybet û parêzerên berê nedîtine re hevdîtinê bikin. Her wiha li dijî girtiyan lêpirsîna dijwar hat kirin.
 
Omer bi rêya hevdîtina bi telefonê re ji dêya xwe Saadet Siper re binpêkirina mafên li girtîgehan ragihand. 
 
'Hûn talîmatê ji kê digirin?'
 
Saadetê da zanîn li Girtîgeha Eregliyê polîtîkayek cuda tê kirin û wiha got:"Lawê min dema do li min geriya diyar kir ku li zindanan zext zêde bûne. Omer ji min re got 'Dayê di rojên borî de gotin parêzerê te hatiye û min ji qawişê derxistin. Min birin odeyekê. Dema ez li hêviya parêzer bûm min dît ku dozger û polîsên tevgera taybet û parêzerên berê min nedîtine derketin pêşberî min. Lêpirsîneke dijwar li hemberî min pêk anîn. Gotin we çima dest bi greva birçîbûnê kiribûn û hûn talîmatê ji kê digirin? Dema min nexwest ez bersivê bidim gef li min dan xwarin.' Çima vî tiştî bi zarokên me didin jiyîn?"
 
Saadetê da zanîn zextên li girtîgehan her diçe zêde dibin lê belê li girtîgeha li Konyayê ev zext hîn zêde ne û got di serî de malbatên girtiyan û her kes divê hestiyar tev bigerin.