Ji Girê Spî 3 jin hatin revandin

  • 17:09 3 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Dewleta tirk ji navçeya Sûlûkê ya Girê Spî 3 jin revandin.
 
Li gorî çavkaniyên herêmî dewleta tirk li navçeya Sûlûkê ji klînîka Dr. Rakan 3 jin revandin. Hat diyarkirin ji jinên hatine revandin yek jê Seher Mihemed El-Xelûf a ji eşîra El-Meredayê ye û ev jin li ser nifûsa navçeya Hemam Turkman a Girê Spî ye.
 
Herwiha di 2’ê Mijdarê de dagirkeran ji gundê Mamîla ya navçeya Raco ya Efrînê jî 9 kesên sivîl revandibûn.
 
Dewleta tirk ji Adara 2018’an û vir ve li Efrînê ya dagirkirî,  komên çete ava kirine. Ev der bûne qadên ku bi awayekî sîstematîk sûcên şer li wan tê kirine.