TJA'yê li Îzmîrê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da

  • 16:55 3 Mijdar 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - TJA'yê bi dirûşma "Li dijî şer, tundî û xizaniyê dem dema azadiya jinê ye" starta çalakiyên ku wê bi minasebeta 25'ê Mijdarê li dar bixe da. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê, bi dirûşma "Li dijî şer, tundî û xizaniyê dem dema azadiya jinê ye" starta çalakiyê xwe yên ku wê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li dar bixwe da. Di daxuyaniya ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat dayîn de aktîvîsta TJA'yê Newroz Çelîk diyar kir ku ew 25'ê Midarê di demeke ku şer gûr bûye, qirkirin û kuştina jinan û asîmîlasyon zêde bûye de pêşwazî dikin. 
 
'Em li dijî êrîşan bêdeng namînin, em ê zêde bibin'
 
Newerozê di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku li dijî jiyana wekhev a gelan bêtehamûliyeke mezin heye û berdewam kir, "Pergala kapîtalîst û baviksalar ji bo ku cvakan tune bike hemû listikên qirêj kirine dewerê. Dewleta mêr ku Peymana Stenbolê fesih kir, niha jî çav berdaye destkeftiyên jinan. Lê em dizanin ku bi lîstikên xwe yên rantxur, talanker, zayendparêz û serdestiyê hûn dixwazin çi bikin. Em jin jî li dijî hemû van kirêtiyên we li pey jiyaneke xweş in, tişta ku ya me ye em ji wer re nahêlin û destkeftiyên ku we ji me dizîne jî em ê yek bi yek ji we bigirin. Em li hemberî pêkanînên we yên hovane serî natewînin.î Em li dijî polîtîkayên we yên tirsandin, cezakirin, birçîhiştin û tunekirinê serî natewînin. Em ê her roj û her dem zêdetir bibin."  
 
Daxuyanî bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.