Meşa kurdan a ber bi OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê

  • 16:53 3 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Kurdên li Ewropayê dijîn, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji Dîwana Edaletê ya Laheyê heta OPCW meşiyan û xwestin ku heyeteke biçe Herêma Federal a  Kurdistanê ku êrîş lê pêk tên. 
 
Kurdên li li Ewropayê dijîn, li dijî çekên kîmyewî ku Tirkiyeyê ji 24'ê nîsanê ve di êrişen xwe yên ser Herêma Federal a Kurdistanê de bi kar tîne, li ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Lahey ê Hollandayê li hev civiyan. Kurdan bikaranîna çekên kîmyewî protesto kirin û piştre ber bi Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya NY (OPCW) ve meşek li dar xistin. 
 
Kurdistaniyan ji OPCW xwestin ku bi berpirsyarî rabe û heyetekê bişîne Herêma Federal a Kurdistanê ku Tirkiye liê êrîşên bi çekên kîmyewî pêk tîne. Kurdan, diyar kir ku Tirkiyeyê li herêmê sûcê şer kiriye û ji civaka navneteweyî xwestin ku bikeve nava liv û tevgerê.