Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê bang kir

  • 16:43 3 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL - Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê di daxuyaniya ku da de bi dirûşma "Raperîna me bi dawî nebû em ê di 25'ê Mijdarê de bi hev re li kuçeyan bin" bang kir. 
 
Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê têkildarî 25'ê Mijdarê Roj Têkoşîna Jinê ya li dijî Tundiyê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin:"Em ê bi piştevaniya xwe mil bi mil bi destên hevdu bigirin û kuçeyan tije bikin ji nû de di 25'ê Mijdarê de."
 
'Em di 25'ê Mijdarê de li kuçeyan e'
 
Daxuyaniya platformê wiha ye:"Li welatê yekem ji Peymana Stenbolê vekişiya û li welatê êrişên li dijî LGBT+'yan didome têkoşîn û raperîna me mezin dibe. Li dijî pergala tundiyê em îtiraz dikin. Raperîna me bi dawî nebû em ê di 25'ê Mijdarê de bi hev re li kuçeyan bin."