Dayikên Aştiyê li Botanê hatin gel hev

  • 15:23 3 Mijdar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, beriya konferansa ku li dar bixin bi Dayikên Aştiyê yên Boatanê re hevdîtin kirin.
 
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, beriya konferansa ku wê li Amedê di demên pêş de li dar bixin li Botanê bi Dayikên Aştiyê re hatin ligel hev û civîn li dar xistin. Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê tevlî civînê bûn.
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de mijarên wek tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, binpêkirina mafan ên li girtîgehan, çekên kîmyewî ku li Başûr tên bi kar anîn û derbarê pêvajoyê de nirxandin kirin.    
 
Civîn, piştre ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.