Dayikên Aştiyê ev mehek e nobetê digirin

  • 10:11 3 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya Dayikên Aştiyê ya li ber deriyê sînor ê Sêmalkayê ya ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin ev 30 roj in didome. 
 
Çalakiya nobetê ya Dayikên Aştiyê ya li ber deriyê sînor ê Sêmalkayê ya ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin ev 30 roj in didome. 
 
Li Deriyê Sêmalkayê çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya bi armanca şermezarkirina siyaseta PDK’ê û bi daxwaza wergirtina cenazeyên têkoşerên azadiyê yên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK’ê de jiyana xwe ji dest dan, 30 roj li pey xwe hiştin. Rojane şande ji deverên cuda yên herêma Cizîrê serdana çalakiyê dikin û bang li PDK’ê dikin ku cenazeyan radestî malbatên wan bikin. Heya niha PDK’ê ev bang nebersivandiye.
 
Îro tê hêvîkirin mamosteyên herêma Cizîrê serdana çalakiyê bikin.