ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 3 Mijdar 2021
  • Rojev
 
*Girtiyê Siyasî Abdullah Gunay ê di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê de tê girtin di hevdîtina bi rêya telefonê de ji malbata xwe re binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên kirin ragihand û banga xwedîderketina li girtîgehan kir. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka TUHAY-DER ya Wanê Kudret Temel da zanîn ku der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de gelek serlêdan girtine û got li girtîgeha Tîpa L ya Panosê ava kanalîzasyonê wek ava vexwarinê dane û xwarina ji bo kesekî li çar kesan belav dikin. BI DÎMEN 
 
*Endama Lijneya Navenda Keske Sor a Ciwan a Demokratîk a Danîmarkayê Rebecca Sondergaard, ku pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendiye û fikrên wî ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê têbikoşin û wiha got: “Di avakirina konfederalîzma demokratîk de parçeyeke mezin a feraseta me ye.” DÎMEN HEYE
 
* Welatiyên ji zemên ku hatî kirin bi gazincin diyar kirin ku êdî ji îqdîtarê bêhêvî ne û gotin: "Divê polîtîkayên derbarê aboriyê de bên sererastkirin. Ne esnaf ne jî mûşterî dikare bikire. Li vî welatî êdî pêşeroja welatiyan nîne." BI DÎMEN