Di meha cotmehê de êriş li 6 rojnamegeran hat kirin
- 15:18 2 Mijdar 2021
- Rojane
AMED - Li gor rapora meha cotmehê ya DFG'ê ji bo 3 rojnamegerî 2 sal û 6 meh û 12 roj û 16.660 TL cezayê pere hat birîn. Her wiha di meha cotmehê de êriş li 6 rojnamegeran hat kirin.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Meha Cotmehê ya li ser rojnamevanan eşkere kir.
Di raporê de hate ragihandin ku rojnamevan vê mehê jî neçar man ku di nava zext û zordariyê karê xwe bikin.
Li gorî raporê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta 2'yê Mijdarê 62 rojnamevan girtî ne û meha Cotmehê 3 rojnamevan hatine binçavkirin, êriş li 6 rojnamevanan hatiye kirin.
Hate ragihandin ku 8 rojnamevan di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin, 8 rojnamevan jî ketine ber lêpirsînê.
Li gorî raporê doz li 4 rojnamevanan hatiye vekirin, li 3 rojnamevanan jî 2 sal û 6 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan hatiye birîn, her wiha darizandina 58 rojnamevanan jî dewam dike.
Di raporê de hate ragihandin ku li dijî 3 rojnamevanên girtî binpêkirina mafên mirovan hatiye kirin, peydakirina 50 nûçeyan û 5 malperên înternetê hatine astengkirin.