Ji bo Faîze û Îbrahîm ên ev 9 roj in di bin çavan de ne daxwaza girtinê hat kirin
- 15:06 2 Mijdar 2021
- Rojane
Ji bo Faîze û Îbrahîm ên ev 9 roj in di bin çavan de ne daxwaza girtinê hat kirin
MÊRDÎN - Bi operasyona leşkerî ya li Gundê Qurdîsê Îbrahîm û Faîze Dînler ên hevjînên hevdu bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê ji bo Faîze û Îbrahîm daxwaza girtinê da.
Hevjînên hev Îbrahîm û Faîze Dînler beriya 9 rojan di operasyona li Gundê Qurdîsê yê Merdînê de hatibûn binçavkirin. Dozgeriyê bi îdiaya“endamtiya rêxistinê” xwest Îbrahîm û Faîze Dînler bêne girtin.
Di 22'yê Cotmehê de artêşa tirk li herêma Omeriya Mêrdînê dest bi operasyonê kiribû. Di operasyonê de 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn. Dema operasyonê berdewam dikir, di 25'ê Cotmehê de leşkeran bi ser mala Îbrahîm Dînler (73) û Faîze Dînler (72) a li gundê Qurdîsê de girtibûn û herdu binçav kiribûn. Faîze û Îbrahîm ên hevjînên hev piştî binçavkirina 9 rojan, sewqî dozgeriyê kirin. Piştî kirariyên wan ên li miduriyeta polîsan bi dawî bûn derxistin Edliyeya Mêrdînê. Dozgeriyê di îfadeyan de şikeftên di nava zeviyên Dînler de kirin mijara sûc û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê Dînler sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê kirin.
Tê payîn ku di saetên pêş de Îbrahîm û Faîze derkevin pêşberî dadgehê.