Rûniştina doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

  • 13:32 2 Mijdar 2021
  • Rojane
STENBOL - Rûniştina doza rojnameger Can Dundar û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gunedmê Înan Kizilkaya li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’emîn a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.Rûniştina dozê bi hinceta “aliyên kêm” taloqî 24'ê Adarê hat kirin. 
 
Ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’yan hatibû girtin, Nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê hatibû destpêkirin. Der barê Rojnameger Înan Kizilkaya û Can Dundar ên tev li çalakiya Gerînendeye Weşana Giştî ya Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundemê bûbûn de bi îddîaya “Heqaret li rayedarê cemaweriyê kirine” doz hatibû vekirin. Rûniştina doza 18’an li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2’emîn a Stenbolê ya li Çaglayanê ye hat dîtin. Di rûniştina dozê de rojnameger  Înan  û parêzerê wî Ozcan Kiliç amade bûn. 
 
Rojnamegerên xwestin tev li  rûniştina  dozê bibin bi hinceta şewba vîrûsa (Covid-19) hilnegirtin hundirê salonê. Heyetê piştî parastinê, der barê Can Dundar de biryara rawestandina girtinê da. Heyetê bi sedema ‘aliyê kêm’ danişîna dozê taloqî 24’ê Adara 2022’an kir.