KOMAW’ê ji bo cenazeyan bang kir!

  • 11:50 2 Mijdar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KOMAW’ê ji bo cenazeyên HPG'yiyên li Xelîfanê hatin qetilkirin bang kir! 
 
Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) xwest PDK cenazeyê gerîlayên ku li Xelîfanê di kemînê de hatibûn qetilkirin, teslîmî malbatan were kirin.
 
Nameya KOMAW’ê ya ji bo Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ev e:
 
“Du meh berê di 28-29’ê Tebaxa 2021’ê de li Xelîfanê li pêşiya 7 gerîlayan kemîn danîbûn. Hakî Zîlan ê ku sax filitîbû vê îxaneta qirêj bi zelalî teşhîr dike û balê dikişîne ser vî hevalekî wî birîndar û 5 hevalên wî jî şehîd bûye û we her şeş biriye.
 
Berê jî 3 gerîlayên HPG’ê yên ku hatibûn nêzî vê derê, we dîsa kemîn li pêşiya wan danîbûn û we ew şehîd xistibûn. Hê jî derbarê van 3 gerîlayan de we tu agahî nedane!
 
Li hemberî vê helwesta we ya neyînî Dayikên Aştiyê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku fedaiyên Kurdistanê ne, li ser sînorê Rojava – Başûr li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê di çalakiyê de ne.
 
Banga me ya ji bo serokên PDK’ê yên li ser Rêveberiya Başûr in, ev e. Bersiveke rast bidin daxwazên Dayikên Aştiyê, gelê kurd ê bi dayikan re ne û bi dehan sazî, rêxistin û kesayetan û cenazeyên zarokên wan ên şehîd teslîmî wan bikin.
 
Em dixwazin bînin bîra we ku li hemberî wê ev pirs heye. Hûn ê yan guh bidin îrade û daxwaza Dayikên Aştiyê û gelên Kurdistanê û rêyeke rast hilbijêrin an jî hûn ê li gorî daxwazên mêtinger û qirker ên dewleta tirk tev bigerin, rêya bêrûmet hilbijêrin û qetlîamên wan bidomînin?
 
Di şexsê Şoreş, Tolhildan, Axîn, Birûsk, Serdem û Serwer ên ku şehîdên Xelîfanê ne, em hemû şehîdên Kurdistanê careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbat, heval û gelê Kurdistanê re dixwazin.”