Li Wanê çalakiya Roja Kobanê ya Cîhanê hat lidarxistin
- 15:43 1 Mijdar 2021
- Rojane
WAN - Di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de bi beşdariya gelek siyasetmedar û aktivîstan çalakî hat lidarxistin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Wanê çalakî li dar xist. Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA), TUHAY-DER, Dayikên Aştiyê, Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirs Umit Dede û gelek kes beşdarî çalakiya li ber avahiya HDP'ê hat kirin, bûn.
Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Okkeş Kava da zanîn serhildana Kobanê nîşaneya îradeya gelê kurd e û got vê serhildanê mohra xwe li dîrokê xistiye.
'Şoreşa jinê bû'
Piştre Hevseroka HDP'ê ya Ebexê Gonul Uzunay, da zanîn di serhildana Kobanê de serhildana jinê derketiye pêş û serhildana li Kobanê şoreşa jinê bû. Gonulê da zanîn di şexşê Arîn Mîrkan de jinên kurd di cîhanê de bûne modeleke baş û bûye feyz.
Di çalakiyê de belgefilmê Veysi Altay ê bi navê “Nû Jîn” hat pêşkêşkirin. Çalakî bi xwendina helbestan a endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi dawî bû.