1'ê Mijdarê li Kobanê hat pîrozkirin

  • 15:21 1 Mijdar 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê, navçeya Eyn Îsa, bajarokê Sirînê, meclîsa sivîl û rûspiyên bajarê Reqayê, Roja Kobanê ya Cîhanî pîroz kirin.
 
Şêniyên herêma Firatê Roja Kobanê ya Cîhanê bi dirûşma "Bi rihê yekê Mijdarê berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkirî û hovîtiyê didome" pîroz kirin. 
 
Di destpêkê de gel li Qada Jina Azad kom bû û ji aliyê meclîsa sivîl a Reqayê ve daxuyanî hat dayîn.
 
Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclîsa Zagonsaz a Reqayê Rîhab El-Nayf ve hat xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di 1'ê Mijdarê de wek vê rojê seferberî li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hat ragihandin û li ser vê bingehê her kes xwedî li berxwedana Kobanê derket. Zêdetirî 30 welatan piştgiriya xwe dan berxwedana Kobanê, dema ku her kes ji bo Kobanê rabû ser piyan wê rojê hevgirtinek hat çêkirin û her kesê ku piştgiriya Kobanê kirin li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê sekinîn û bersivek dan êrîşan. Di roja îro de dewleta tirk dixwaze cardin êrîşan bi ser Kobanê de bîne, êrîşên li ser Kobanê li ser tevahî erdîngariya Sûriyeyê ye. Heger ev berxwedan bi ser neketa, em ê heta roja îro jî di agirê dojeha çeteyên DAIŞ’ê de bimana. Bi wesîleya vê rojê jî em ê li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê bi hevgirtineke xurt welatekî bi aramî û ewle ava bikin da ku her kes bi azadî û wek hev bijî."
 
Piştî daxuyaniyê gel wêneyên cangoriyên azadiyê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên ku berxwedana Kobanê silav dikin hilgirtin û bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Bijî Kobanê" heta qada Şehîd Egîd meşiyan û rawestiyan.
Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê gel deqeyek rêz girt. Paşê endama Meclîsa Edaleta Jinê ya herêma Firatê Felek Yusif li ser navê Rêxistina Kongreya Star axivî.
 
Felekê bal kişand ser pêşengiya jinê û wiha got:"Berxwedana ku bi pêşengiya jinê gihîşt roja îro, gelek destkefiyên mezin bi xwe re anî. Berxwedana ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat nîşandan, ji bo tevahî Rojhilata Navîn bû sembol. Çeteyan û hevkarên wan pîvan û nirxên mirovahiyê nas nedikirin, jin û zarok qetil kirin û tevahî bajar wêran kirin. Lê bi saya berxwedana şervanên YPJ û YPG'ê berxwedana tunekirina DAIŞ'ê ji Kobanê dest pê kir. Bi vê serkeftinê re xeyalên Erdogan bin ketin, ew nexşeya ku ji bo dagirkirina Kobanê û Rojhilata Navîn amede kiribûn, têk çû. Lewra em îro bi êrîşên dijwar ên dewleta tirk re rû bi rû dimînin. Lê em ê berxwedana xwe bi rihê 1'ê Mijdarî dewam bikin û bigihêjin serkeftinê."
 
Her wiha Hevserokê Meclîsa kantona Kobanê Mustefa Êto û li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr jî axivîn. 
 
Di dawiyê de gel li ber stranên Hunermend Murad Hemzo û Xelîl Can govend gerandin.