HDP: Şoreşa Kobanê şoreşa jin, ciwan û gelan e

  • 11:18 1 Mijdar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Şoreşa Kobanê şoreşa jin, ciwan û gelan e. Li dijî zihniyeta yekparêz, serkeftina pirdengî û pirrengiyê ye."
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê pîroz kir û li hemberî gefên li ser Kobanê banga piştgirî û piştevaniyê li tevahî gelên cîhanê kir.
 
Di sala 2014'an de, çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane êrişî bajarê Kobanê kir. Bi dehan şervanên YPJ,YPG'ê li hemberî êrişan, berxwedaneke dîrokî meşandin. Bi dehan gelên dewletên Ewropayê bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî dan berxwedana Kobanê û Roja 1'ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê hate ragihand.
 
Di vê çarçoveyê de Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) daxuyaniyek weşand.
 
Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:
 
"Di ser berxwedana bêhempa, serfiraziya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê re 7 sal derbas bûn. Gelê Kobanê 133 rojan, li ber hovîtiya DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa meşand û mohra xwe li sedsala 21’emîn xist û dîroka azadiyê careke din nivîsî. DAIŞ’ê ji Rojhilata Navîn heta gelek aliyên cîhanê, dixwest ku hovîtiyê li ser gelan ferz bike, lewre têkoşîna ku hat meşandin rê li ber wê girt.  Ne barbarî azadî, ne tarîtî ronahî, ne zordarî demokrasî li Kobanê bi ser ket. Feraseta DAIŞ’ê û hevkarên wê têk çû, nirxên mirovahiyê li Kobanê bi ser ket.
 
Hêzên navneteweyî û herêmî yek bi yek li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê têk diçûn, bajarên wek Mûsilê di rojekê de ji dest diçûn, lê gelê kurd bi derfetên xwe, bi piştgiriya dostên xwe û bi bîr û baweriya xwe ya azadiyê bi ser ket. Hemû mirovên azadîxwaz û yeksanîxwaz bi gelê kurd û gelê Kobanê re bûn û şahidiya berxwedana dîrokî û bêhempa ya li dijî DAIŞ’ê kirin. Berxwedana Kobanê bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê û lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî û palpiştiya bi gelê kurd û Kobanê niyê re bi pêş xist. Ji Xelatgirên Nobelê bigire heta akademîsyenan, ji rewşenbîran bigire heta nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, bi sedhezaran kesan bang kir û di sala 2014’an de 1’ê Mijdarê wek Roja Piştevaniya Kobanê hat ragihandin.
 
Di 7’emîn salvegera wê de wek Partiya Demokratîk a Gelan, em hêvî û baweriya ku li Kobanê zîl da, serfiraziya ku li wir derkete meydanê, berxwedana ku li wir hate meşandin û palpiştî û piştevaniya enternasyonal silav dikin. Em baş dizanin ku, herçend DAIŞ têk biçe jî, zihniyeta DAIŞ’ê îro jî li ser kar e û şerê tarîtî û ronahiyê îro jî berdewam dike. Hevkarên DAIŞ’ê îro jî dixwazin tola Kobanê hilînin, tiştê ku DAIŞ’ê nikaribû bike, ew dixwazin bikin. Gefên dagirkeriyê yên desthilatiya AKP’ê, doznameya kûmpasê ya girtina partiya me ya ku piştevaniya bi Kobanê re dike hincet û dixwaze partiya me bigire encam û rengvedana vê niyet û nêzikatiyê ye.
 
DAIŞ, duh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobanê dagir bikin wê bi ser nekevin. Palpiştî û piştevaniya gel û baweriyan a ku li Kobanê derkete meydanê û serfiraziya Kobanê îro jî hêvî û îlhama mirovahiyê ye. Şoreşa Kobanê şoreşa jin, ciwan û gelan e. Li dijî zihniyeta yekparêz, serkeftina pirdengî û pirrengiyê ye.
 
1’ê Mijdarê Roja Kobanê li temamî mirovahiyê pîroz be. Wek doh, îro jî li dijî tarîtî, dagirkerî û zordestiyê em ligel heq û heqîqetê ne û piştgiriya gelên berxwedêr dikin. Wek duh, îro jî em gefên ku li Kobanê û li Rojava tên xwarin qebûl nakin û banga piştgirî û piştevaniyê li temamî gelên cîhanê dikin."