DBP: 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be

  • 10:55 1 Mijdar 2021
  • Rojane
AMED - DBP'ê derbarê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyanîyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Kobanê ji 7 heta 70 salî berxwedanek bêhempa tarîtîya DAÎŞ'ê têk bir. 
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de daxuyanîyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li Kobanê ji 7 heya 70 salî berxwedanek bêhempa tarîtîya DAÎŞ'ê têk bir. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Di serî de gelê kurd û hemû gelên li Kobanê, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê berxwedanek bêhempa dan û Kobanê parastin. Arîn Mîrkan a ku bûye sembola navê berxwedana Kobanê, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê di azadkirina Kobanê de pêşengtî kir. Her wiha bi hezaran kes bi berxwedana xwe Kobanê kirin navenda şoreşa Rojava. Ji bo parastina rûmeta mirovahiyê 133 roj in berxwedanek destanî hate pêşandan. Berxwedana gelê kurd ji aliyê hemû cîhanê ve hate dîtin û ji ber vê yekê 1'ê Mijdarê, di sala 2014'an de 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate îlankirin.”
 
Li Kobanê ji 7 heya 70 berxwedanek bêhempa tarîtîya DAÎŞ'ê têk bir. Gelê Kurdîstanê bi bawerî û bîrdoziya xwe ne tenê DAÎŞ têk bir. Di heman demê de xewn û xeyalên ku digotin  “Kobanê ket, wê bikeve” hate têkbirin. Em wek DBP'ê ligel hemû kesên ku têkoşîna azadiyê didin.  Bi vê wesîleyê carek din em 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê  pîroz dikin."