'Armanca têkoşîna zarokên me ya li Kobanê azadiya Kurdistanê bû'

  • 09:03 1 Mijdar 2021
  • Rojane
 
Helîn asmîn
 
ŞEHBA - Dayikên şervanên azadiyê yên di berxwedana Kobenê de canê xwe feda kirin qala berxwedan û tekoşîna wan kirin. Dayikan gotin:"Armanca têkoşîna zarokên me ya li Kobanê azadiya Kurdistanê bû."
 
Bi piştgiriya hêzên herêmî û global, DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê, bi dehezaran mirov qetil kirin û di payîza 2014’an de li Kobanê di serî de bi ya Gelê Kurd, rastî berxwedaneke mezin a gelan hat. Gelan li dijî çekên giran ên DAIŞ’ê bi kar dianîn, berxwedanek mezin dan û axa xwe parastin, bûn hêviya Rojhilata Navîn û hemû gelan. Berxwedan di heman demê de bû bersiva ‘Kobanê li ber ketinê ye’. DAIŞ têkçûna ewil li Kobanê girt û Kobanê bû navê berxwedan û piştevaniya enternasyonel. Bi berxwedan û hêviya ji Rojava belav bû, 1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya bi Kobanê re ya Cîhanê hat îlankirin. Her wiha Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas kir. 
 
Dayikên zarokên wan di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dan axivîn. 
 
'Ozgur hîna di zarokatiya  xwe de hestên azadiyê dijiya'
 
Fayza Xelîl a dayika pakrewan Ozgurê wiha behsa jiyana keça xwe kir:"Ozgur di sala 1981'ê de li Helebê hatiye dinê. Ozgûr di malê de zaroka min a herî mezin bû, di 1'ê Mijdarê di  sala 1996'an de li Helebê tevlî tevgera azadiyê bû. Ew di  zarokatiya xwe de pir henûn bû û me di malê de pir jê hez dikir. Ozgurê 6 salî bû me partî nas kir. Ew dema biçûk bû her tim di nava lêgerîna ku bi hevalê xwe re alîkar be tev digeriya. Di 15'ê Tebaxa sala 1986'an de Ozgurê pereyên xwe derxistin dan hevalan û ji wan re got 'ev alîkariya min a ji bo şoreşê ye, ez jî dixwazim ji bo şoreşê bibim alîkar'. Ozgurê her dem xwediyê rihekî cuda bû. Ew hîn biçûk bû bi rihê azadiyê dijiya. Ew dema 8 salî bû Rêbertî hate Helebê. Ez  jî  çûme  gel Rêbertî û min Ozgur bi xwe re bir gel  Rêber Apo. Ozgur hîna di wê demê ji Rêbertîyê re got 'ez ê tevlî şoreşê bibim'. Wê rojê Ozgur li gel Rêbertî ma û roja din vegeriya malê. Wê got 'dayê Rêber Apo' ji min re got 'biçe dema tu mezin bû tu yê tevlî şoreşê bibe'. Piştî wê  tevlî kar û xebatên çand û hunerê bû û li wir xebata xwe berdewam kir. Heta ku gihaşt sala 9'an a dibistanê.''
 
'Armanca têkoşîna zarokên me ya li Kobanê azadiya Kurdistanê bû'
 
Fayzayê da zanîn ku Ozgurê piştre biryara beşdariya nava refên şoreşgerên azadiyê kiriye û wiha domand:"Ozgur di sala 1996'an de biryara xwe da û tevlî şoreşa Azadiya Kurdistanê bû. Ji ber ku girêdan û hezkirina Ozgurê ya ji bo Rêber Apo û ya tevgera azadiyê li ser hemû tiştî re bû. Ozgurê di roja rojbûna xwe de soza xwe da û tevlî tevgera azadiyê bû. Ozgurê bi tevlîbûna xwe ya azadiyê re jiyanek nû ji bo xwe didît û li ser vê esasê tev digeriya. Ji bo wê roja rojbûna xwe berê xwe da rêka azadiyê. Em bi keça xwe serbilind bûn. Ji ber ku ji bo gelê xwe  xizmetkar bû, piştî ku tevlî bû heta sala 2011'an agahiya me ji wê tune bû. Piştî wê demê nameyek û wêneyekî xwe ji me re bi rê kiribû. Di wê nameyê de li rewşa me hemûyan pirsiye. Dîsa piştî demekê agahî hat ji me re ku Ozgurê tevlî şerê Kobanê bûye. Ez ji bo keça xwe gelekî kêfxweş bûm. Min jî jê re agahî şand. Min dixwest ez tenê pênc deqeyekê wê bibînim lê min soz daye heta Kurdistan azad nebe ez ê tu carî nebînim û min soza xwe bi cih anî. Dema ku dewleta tirk a dagirker êrîşî Kobanê kir wê demê wek em dizanin şervanên azadiyê bi ser ketin. Di 29'ê Mijdarê de Ozgur tevlî karwanên şehîdan bû. Ez bi şehadeta wê serbilind im ji ber ku xwedî li soza xwe derket û armanca wê azadiya Kurdistanê bû. Armanca têkoşîna zarokên me ya li Kobanê azadiya Kurdistanê bû."
 
'Dem ew dem e  ku ez bi her awayî parastina gelê xwe bikim'
 
Nesrîn Cimo ya ku hevjînê wê pakrewan Şahîn Nemir di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da wiha got:"Hevjînê min ji Efrînê ye, di sala 2014'an de bi xwesteka xwe çû Kobanê tevlî hemleya şerê Kobanê bû. Di dema tevlî şer bû de got 'ez ê bê zarok bijîm lê bê ax  nikarim bijîm'. Dema ku êrîşek were ser gelê kurd û axa Kurdistanê ez nikarim bisekinim. Ji ber vê pêwîst e ez xwe tê de bibînim. Piştî tevlîbûna wî di 1'ê Hezîranê de di sala 2015'an de tevlî kerwanên şehîdan bû. Dema ku em pê re diaxivîn digot 'ez pir kêfxweş im ji ber ku ez welatê xwe diparêzim'. Digot 'di dema êrîşek li ser gelê me de pêwîst e em hemû bibin yek û welatê xwe biparizin. Ez niha di çeperên şer de parastina gel dikim. Ji ber ku îro dem ew dem e  ku ez bi her awayî parastina gelê xwe bikim'."
 
'Çawa ku me Kobanê rizgar kir em ê Efrînê jî rizgar bikin'
 
Nesrînê da zanîn ku ew bi pakrewanên xwe serbilind in û wiha bi dawî kir:"Şahîn her tim digot 'mirovek fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiribe wê helbet axa xwe jî nas kiribe û wê dev ji axa xwe bernede. Ji ber wê jî hevjînê min pakrewan Şahîn gihaşt asta şehadetê. Ez û zarokên xwe em pê serbilind in. Li ser daxwaza Şahîn min jê re lîrand. Min û  zarokên xwe me soz daye pakrewan Şahîn û hemû hevalên wî çi ji me were xwestin em amede ne û em ê li ser şopa wan bin. Dema Kobanê rizgar bû min hêzek mezin girt ji ber ku xwesteka wî hat cih û di dawiyê de em dibêjin çawa ku me Kobanê rizgar kir em ê Efrînê jî rizgar bikin."