ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2021'Ê

  • 09:00 1 Mijdar 2021
  • Rojev
 
*Dayikên şervanên azadiyê yên di berxwedana Kobenê de canê xwe feda kirin qala berxwedan û tekoşîna wan kirin. Dayikan gotin:"Armanca têkoşîna zarokên me ya li Kobanê azadiya Kurdistanê bû." DÎMEN HEYE
 
*Jinên siyasetmedar ên Mêrdînê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hemû girtiyan tê meşandin bertek nîşan dan û gotin:"Tecrîda ku 22 sal in li Îmraliyê berdewam dike li dijî çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn asteng e. Ji bo aramiya hemû gelan çareserî li Îmraliyê ye. Pêwîst e tecrîd bi yek destî were şikandin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku tespîta ‘Kobanê hem encama destpêka şer hem jî encama wê nîşan dide’ kir û bandora berxwedana Kobanê ya li ser Tirkiyeyê wiha vegot: “Ger li Kobanê, Şengalê ev berxwedan nebûna wê dor bihata Tirkiyeyê, lê derdê AKP’ê ne Tirkiye ye, rant e. Ji bo dewleta Sûriyeyê ya navendî em tu car kurdan nahelînin, ev xeta me ya sor e.”
 
*Aktîvîst femînîst Zozan Ozgokçe der barê rola desthilatdarî û darazê ya di zêdebûna sûcên li hember jin û zarokan de axivî û got: “Piştî betalkirina peymanê mêran lobiyek cidî ava kirin. ‘Em jinan tacîz dikin, tecawiz dikin, nefeqeyê nadin jinan, dest jê berdidin, dikujin.’ Pergaleke ku daraz, desthilatdarî û tarîkat tevlî bûne hene." BI DÎMEN 
 
*Zarokek li Azerbaycanê ji aliyê xizmê xwe Asger Agayev ve hat tecawizkirin. Dozger ji bo zarokê got ‘bûyera tecawizê tune’. Tevî vê îfadeyê  bûyer ket rojeva cîhanê û gumanbar hat girtin. Parêzera zarokê, Zibeyda Sadiqova balkişand ser têkoşîna jinan û diyar kir ku dîtina hêza piştevaniya jinê gelek xweş e. 
 
*Kedkarên tenduristiyê ku di pêvajoya pandemiyê de di nava şertên giran de xebitîn, carek din mafên xwe anîn ziman. Kedkarên tenduristiyê di serî de ji bo Covid-19 wek nexweşiya pîşeyî bê qebûlkirin, ji bo gelek daxwazên xwe wê  heta 27’ê mijarê bi dirûşma ‘ked ya me, gotin ya me’ çalakiyan pêk bînin.
 
** Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, bi minasebeta 1'ê Mijarê Roja Kobanê ya Cihanê li bajarokê tilqebînê ya Silopiyê dê şahî li dar bixe. (13.00) BI DÎMEN