Parêzvana mafê mirovan Makbule Berktaş jiyana xwe ji dest da
- 08:38 1 Mijdar 2021
- Rojane
EDENE - Parêzvana mafê mirovan Makbule Berktaş a heta dawiya emrê xwe ji bo edaletê têkoşiya bi derbaskirina qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Avakara Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, parêzvana mafê mirovan Makbule Berktaş a heta dawiya emrê xwe ji bo edaletê têkoşiya bi derbaskirina qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Makbuleyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Yuregirê. Ew ê saet di 13.00'ê de li Goristana Buruk a Edeneyê Makbuleyê bê oxirkirin.