Ji Kongreya Star banga Roja Kobanê ya Cîhanê

  • 15:03 31 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya Kongreya Starê ya bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat dayin de wiha hat gotin:"Di vê rojê de em bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz û hemû rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku li dora berxwedanê kom bibin û ji bo têkbirina hêzên faşîst, dîktator û bavikslar careke din rabin ser piyan."
 
Sala 2014'an, dema êrişa hov a çeteyên DAÎŞ'ê ê li dijî Kobanê dest pê kir, bi dehan şervanên YPG, YPJ'ê li hemberî êrişan berxwedaneke dîrokî raber kir. Bi dehan gelên welatên Asya, Ewropa û Emerîqaya Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da vê berxwedanê û Roja 1'ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ragihand. Têkildarî mijarê Kongreya Star daxuyaniyek da.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Kongreya Star bi boneya 1'ê Mijdarê salvegera heftemîn a Roja Kobanê ya Cîhanê pêşwazî dike. 7 sal berê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dorpêçkirin û êrîş kirin. Rewş bêhêvî dixuya, lê berxwedana bêhempa ya gelê Kobanê bi taybetî jinan bandorek mezin çêkir. Beşek din a berxwedanê li derveyî Kobanê pêk hat, gel û hêzên demokratîk ên li çar aliyê cîhanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê rabûn ser piyan. Berxwedana lehengî ya şervanên YPJ û YPG’ê û desteka ji çar aliyên cîhanê bû destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê. Ev ne tenê serkeftina Kobanê, serkeftina hemû cîhanê ya li hember terora DAIŞ'ê ku metirsiyeke cîhanî ye bû. Her wiha maskeya derewîn a dewleta Tirk û piştgirî ya ji DAIŞ’ê re eşkere bûn. Dewleta tirk hêvi dikir ku DAIŞ ser bikeve û Kobanê û tevahiya Rojava ku qada şoreşa jinê ye bixe bin kontrola xwe û sîstema demokratîk û piralî ya li wir hatiye avakirin têk bibe.
 
Jin û YPJ’ê di parastina Kobanê de roleke pêşeng lîstin, weke Arîn Mîrkan ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de xwe teqand da ku pêşî li pêşveşûna wan bigire û rêhevalên xwe xelas bike. Bi çalakiyên xwe yên milîtanî û wêrek bû sembola berxwedanê. Çalakiya wê di têkoşînê de bû xala serketinê. Kobanê hat rizgarkirin û bajarê wêrankirî ji aliyê gel ji nû ve hat avakirin.
 
Têkçûna DAIŞ’ê û serkeftina YPG û YPJ’ê ji bo dewleta tirk bû birîneke kûr.
 
Ji ber vê yekê dewleta tirk hewl dide ku tiştê DAIŞ’ê li herêmê nekarî pêk bîne bi xwe pêk bîne û êrîşî Kobanê dike. Êrîş û gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina Kobanê gelek tund in.
 
Di 23’yê Hezîrana 2020’î de li Halincê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta tirk de 3 rêhevalên me, 3 endamên Kongreya Star, 3 jinên ku jiyana xwe bi têkoşîna ji bo mafên jinan û demokrasiyê de derbas kirine şehîd bûn. Ev komkujî asta hovîtiya dewleta tirk û êrîşên wê yên hedefkirî yên li ser jinan nîşan dide. Tişta ku em îro dibin şahid bi gef û hewlên dagirkirina herêmên me û êrîşa bi firokeyên bê mirovan li ser sivîlan, ne tiştekî din e ji bilî hewldana tolhildana DAIŞ'ê û têkbirina îradeya û moralê gel.
 
Berxwedana li Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî gelê sivîl berdewam dike. Di vê rojê de em bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz û hemû rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku li dora berxwedanê kom bibin û ji bo têkbirina hêzên faşîst, dîktator û bavikslar careke din rabin ser piyan."