'Nobeta Edaletê' di roja 237'an de ye

  • 13:51 31 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
RIHA - 'Nobeta Edaletê' ya Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 237'an de dewam dike. 
 
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji 9'ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê digirin, di roja 237'an de didome. Ji ber ku îro betlaneya fermî ye Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe  li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dikin. Malbatê li ser hesabê xwe ye medyaya sanal ev parvekirin kir: "Ji bo ku hûn bikevin çavê hin kesan we malbeteke di halê xwe de tune kir. Vê rastiyê herkes dizane. Heqîqet nayên jibîrkirin û windakirin. Wê rojek teqez derkevin holê."