Rêziknameya Navenda Parastina Jinên Tundî li Wan Tên Kirin hat qebûlkirin

  • 09:24 31 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîna xwe ya mehane de rêziknameya Navenada Parastina Jinên  Tundî li Wan Tên Kirin hat qebûl kir.
 
Koordînasyonên Jinan civîna xwe ya mehane li navenda Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê li dar xist. Ji bilî nûnerên herêma Efrînê, nûnerên tevahî deste û komîteyên jinan ên 6 herêmên Rêveberiya Xweser di civînê de amade bûn.
 
Desteya Jinan rêziknameya Navenda Parastina Jinên Tundî li Wan Tên Kirin erê kir.
 
Ji bo parastina jinên ku di malbat û civakê de tundiya bedenî, derûnî, tenduristî û cinsî li wan tên wê navend were avakirin.
 
Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê, serdanên Rêveberiya Xweser ên li derve, sûcên dewleta tirk ên li dijî şêniyên herêmê, bi taybet li dijî jinan hatin nirxandin.
 
Her wiha rewşa jin û rola wê, çawaniya xebat û koordînakirina di navbera deste û komîteyên şaxî yên li her herêmekê de hatin nîqaşkirin.
 
Piştre nîqaş derbarê rêzikanmeya Navenda Parastina Jinên Tundî li Wan Tên Kirin de çêbûn, rêzikname ji 12 madeyan pêk tê. Tevahî beşdaran rêzikname erê kirin.