5 sal û 8 meh in bi hinceta ‘wê li şahidê veşarî bê guhdarkirin’ darizandin tê dirêjkirin

  • 09:12 31 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Hevşaredara berê ya Kerboranê Zeynep Sîpçîk ku 5 sal û 8 meh in girtî tê darizandin, rûniştina wê her tim bi hinceta ‘wê li şahidê veşarî bê guhdarkirin’ tê taloqkirin.
 
Hevşaredara berê ya Kerboranê Zeynep Sîpçîk di 2016’an de piştî tayînkirina qeyûm, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ di 30’ê Adara 2016’an de hat binçavkirin û roja din hat girtin, şandin girtîgeha Tîpa  E ya Mêrdînê. Piştre bi hinceta ewlehiyê surgunî Girtîgeha Jinan a Sîncanê kirin.
 
Yekemîn rûniştina doza der barê Zeynebê de li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyadê hat dîtin. Lê heyeta dadgehê bi hinceta ewlehiyê neqla dozê daxwaz kir. Piştre  5’emîn Daîreya Cezayê Dadgeriyê biryar da doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. Heyeta dadgehê di 13’ê Hezîrana 2019’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 13 sal û 6 meh ceza da Zeynepê.
 
Daîreya Cezayê Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Erziromê di 21’ê îlona 2020’an de bi hinceta ‘Li şahidên veşarî nehatine guhdarkirin, ji hemû dosyayan parastin nehatiye girtin’ biryara xerakirina dosyayê da. Piştî vê biryarê dosya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Heyeta dadgehê biryara guhdarkirina ‘li şahidê veşarî Burhan’ da, lê salek e darizandin didome û xwe negihandine şahidê veşarî.
Der barê mijarê de dayika Zeynepê, Hecîce Sîpçîk û parêzerê dozê Erdal Kuzu axivîn.
 
‘Qerfên xwe bi me dikin’
 
Hecîceyê da zanîn keça wê Zeynep di dema rêveberiyên xweser de  ji ber nexweşiyek xwe li Amedê dihat dermankirin û wiha got: “Dadgeha keça min didarizîne her carê dibêje wê li şahidê veşarî bê guhdarkirin û rûniştinê taloq dike. Dibêjin şahidê veşarî lê ev kes li ku ye? Em diçin rûniştinan weke ku qerfên xwe bi me bikin. Meha borî rûniştina keça min hebû. Piştî rûniştinê ez bi keça xwe re di telefonê de axivîm û got dadger ew guhdar nekiriye bi telefona xwe lîstiye. Ev neheqiyek mezin e. Hîna rûniştin tên taloqkirin. Sûcên dixin stûyê keça min, tu rastiya wan tune, tu tespîteke wan tune.”
 
‘Li girtîgehan zext hene’
 
Hecîceyê bi lêv kir ku pêvajoya darizandinê ji bo wan zehmet e û ev nirxandin kir: “Li ser girtiyan zextên cidî hene. Sê sal berê dema keça min dibin nexweşxaneyê bi porê wê digirin û bi erdê re kaş dikin. Ji wê rojê şûnde tiştek neguherî. Ev 6 sal in ez diçim girtîgehan. Lê tu sererastkirinek tune. Ez pirtûkan ji keça xwe re dişînim lê şûnde dişînin. Nameyên me nagihêjin.Ev du sal in nikarim keça xwe bibînim. Niha cezayê hevdîtinê dane keça min, hinceta wan jî stranên kurdî ne.”
 
‘Îtîraz tên redkirin’
 
Parêzer Erdal Kuzu jî da zanîn ku Zeynep bi hinceta ‘îfadeyên şahidên veşarî’ 5 sal û 8 meh in girtî ye û wiha dirêjî dayê: “Dadgeh şaşiya ku dike, ji bo berdewamkirina girtina Zeynebê hincet nîşan dide. Armanca dozê ev e ku hevşaredar bêyî delîl bê cezakirin. Îtîrazên ji bo girtina wê tên kirin jî bi biryarên şablon tê redkirin. Ji ber vê ne pêkan e ku em bêjin doz adîlane tê meşandin.”
 
‘Li Tirkiyeyê wêneyê pergala darazê’
 
Erdal di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Bi hinceta şahidên veşarî siyasetmedaran ceza dikin an jî girtî dihêlin. Ev refleksek tîpik a dewletê ye. Daraz jî bûye alava wan. Di rewşa ku cezayê dane Zeynebê bê erêkirin de jî divê înfaza wê qedya be. Lê tevî van hemûyan biryara berdana Zeynebê nayê dayîn. Pêvajoya darizandina Zeynebê wêneyê pergala daraza heyî ya Tirkiyeyê ye.”
 
Rûniştina din a Zeynebê di 2’ê Kanûna 2021’an de wê bê dîtin.