Di 1’ê Mijdara 2018’an de ‘Roja Kobanê ya Cîhanê’ hat îlankirin

  • 09:07 31 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Piştî ku Kobanê li dijî êrîşên DAIŞ’ê gihiştin serkeftinê şûnde, bi banga rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û siyasetmedaran di 2018’an de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Salîha Aydenîz a DBP’î  da zanîn ku jinan ji serkeftina Kobanê re pêşengî kiriye û got Kobanê ji cîhanê re bûye mînak.
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê îlona 2014’an de bi çekên giran êrîşî Kobanê kirin û bi berxwedana gel re hat rû hev. Di ser de 7 sal der bas bû. Gelê Kobanê berxwedana xwe li cîhanê da îlankirin û bi banga rewşenbîrên xelata Nobelê, akademîsyen, hunermend û siyasetmedaran di 2018’an de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.
 
Di 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Kobanê kirin û piştî vê pevçûn dijwar bûn, gel jî ji bo gelê sivîl neyê qetilkirin û êrîş bên rawestîn berê xwe dan sînor. Li navçeyên Bîrecîk û Pirsûsê yên Rihayê ku sînorê wan bi Kobanê re girêyî ne, gel bi mehan di konan de nobet girtin. Di nobetan de gel her roj rastî êrîşan hatin bi sedan kes birîndar bûn gelek kes hatin qetilkirin. Tevî tiştên hatin jiyîn jî gel şûnde gav neavêt, piştgiriya xwe ji bo Kobanê berdewam kirin.
 
Pevçûn dijwar dibûn û Tirkiye li dijî vê bêdeng ma û piştgirî da DAIŞ’ê. Vê yekê rê li ber bertekên mezin yên gel vekir. Di 2014’an de ev geşedan hatin jiyîn:
 
*Di 5’ê cotmehê de li navenda Kobanê pevçûnên dijwar hatin jiyîn û şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan li Girê Miştanur çalakiya fedayî pêk anî.
 
*Di 6-8’ê cotmeha 2018’an de bi dijwarbûna pevçûnên li Kobanê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çû serdana Suriyeyiyên li Tesîsên Mêvanxaneya Konbajar a Îslahiyeyê ya li Dîrokê û axaftina ‘Kobanê li ber ketinê ye’ kir.  Vê axaftina Erdogan li Amed, Êlih, Sêrt, Stenbol, Wan, Colemêrg û bajarên rojava gel daxist kolanê. Van bûyeran di rayagiştî ya cîhanê de wek berxwedana 6-8’ê cotmehê ya 2014’an di hişan de cih girt.
 
*Di 6’ê Mijdara 2014’an de Kader Ortakaya ya ku derbasî Kobanê dibû ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin.
 
*Di 12’ê Kanûna 2014’an de mîlîtana partiya Komunîst Lenînîst Marksîst (MLKP) Sîbel Bulut (Sarya Ozgur-Eylem Denîz) li eniya başurê Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
 
*Di 27’ê Çileyê 2015’an de şervanên YPJ û YPG’ê îlan kirin ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin. Di 8’ê Adara 2015’an de hunermendê peykersaz yê ji Suleymaniyê Zîrek Mîra û du hevalên xwe peykerekî ku YPJ’î taswîr dikir çêkir. Piştre navê Qada Jinan a Azad girt. Gelê Kobanê navê Qada Arîn Mîrkan lê kir.
 
*Gelê Kobanê berxwedana xwe li cîhanê dan bihîstin û rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedaran bang kirin û 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin.
 
Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz  der barê mijarê de nirxandin kir.
 
‘Kobanê hêvî da hemû gelan’
 
Salîhayê diyar kir ku dema Kobanê tê gotin ‘xwe bi xwe rêveberina jinan û gelan’ tê hişê mirovan û wiha got: “Li gorî pergala heyî ya teşeyê rêveberiyê, xwe bixwe rêvebirin e. Li Kobanê her gelî bi rengê xwe jiyan ava kir. Kobanê di pêvajoya avakirinê de bû rastî êrîşa DAIŞ’ê hat. Kobanê pêşketina dîrokê guhert. Kobanê ji bo hemû gelan bû hêvî.”
 
‘Jinan pêşengî kirin’
 
Salîhayê di dirêjiyê de wiha vegot: “Piştî ku şer li Sûriyeyê derket, gelê kurd li ser daxwaza xwe bixwe rêvebirinê  têkoşîn da destpêkrin. Kurdan ne dewleta ku pê re djiya ne jî zextên hegamonîk qebûl nekir û îradeya xwe danî holê. Gelê kurd pêşengiya berxwedana li Kobanê kir. Bi têkoşîşan gelên ku pê re dijiyan   gihiştin serkeftinê. Em dikarin bêjin ku jinan pêşengiya serkeftina Kobanê kirin. Ji ber ku yên herî zêde ji polîtîkayên şer bi bandor bûn jin bû, yên rastî qirkirina DAIŞ’a çavsor hatin jin bûn. Yên îradeya wan hat tunekirin jin bûn. Ji ber vê jî jinan pêşengiya berxwedanê kirin. Tevgera Jinên Kurd bi salan bû li dijî pergala zayendperest, yekparêz, olparêz têkoşîn dida. Rastiyeke tevgera jinên kurd ya rêxistinkirî heye. Dema mirov li vê dinêrin di serkeftina Kobanê de di serî de piştgiriya jinan û hemû gelên wir pir mezin e.”
 
Salîhayê bal kişand ser têkoşîna jinê û got: “Hem nêzîkatiya jnan a têkoşîna azadiyê hem jî di çarçoveya paradîgma azadiya jinê ya ekolojîk demokratîk a Birêz Ocalan de; jinên ku avakirina jiyaneke  bi pêşengiya jinê baş fêm kirin têkoşîn meşandin. Ji ber vê jî pêşengiya şoreşa Rojava jinê kir.”
 
‘Pêşeroja gelan hat avakirin’
 
Salîhayê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Van dewletan di esasê de bi çeteyan re şerê vekaletê meşandin. Jinên li dijî çeteyan şer kirin, tevgera xwe rêxistin kirin, têkoşîn bi serkeftinê tacîdar kirin. Ev serkeftin li hemû cîhanê hat bihîstin, bû mînak. Ji ber vê nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenan  1’ê Mijdarê 2014’an wek Roja Cîhanê ya Kobanê îlan kirin.  Bi rêveberiya li wir hat avakirin pêşeroja hemû gelan hat avakirin. Ji ber vê jî piştevaniya civakî pêk hat. Jin li her çar alî cîhanê li dijî serdestiya mêr têdikoşin. Jinan ev cesaret ji têkoşîna jinên kurd ya li Kobanê girtin. Îro Şoreşa Rojava li Afganîstanê ji gelê Afgan re dibe mînak.  Her wiha li Katalonya, Îran, Suanê û gelek deverên din yên cîhanê ji tevgera jinan re dibe mînak. Ev ji jinan re bû cesaret û hêvî.”