ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 31 Cotmeh 2021
  • Rojev
ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2021'Ê 
 
*Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê, diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê re şer kûr bûye gotin: "Li çiyê bi çekên kimyewî zarokên me dikujin û li bajar jî bi tiryak, fihûş û sixuriyê zarokên me dikujin. Ev tişt heta tecrîd neyê rakirin û Ocalan azad nebe dê bidome. Ji ber vê jî divê kesên bi wijdan bibin yek û serî rakin." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê Hêlîn Haçim têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê da zanîn Kobanê bi têkoşîna xwe hat naskirin û wiha got:"Kolan bi kolan li Kobanê şerê qehremaniyê hat kirin û lehengên Kobanê bîranînên xwe li ser dîwaran nivîsandin." BI DÎMEN 
 
*Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi dirûşma “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî tecrîdê bişkênin, demokrasiyê ava bikin” xebatên xwe ya 3'yemîn kongreyê didomînin. Nevriye Çur, diyar kir ku gund bi gund, navçe bi navçe û tax bi tax nêrînên gel digirin û got: "Bi nêrîn û daxwazên gel em ê bêtir rêxistinbûna xwe xurt bikin." BI DÎMEN 
 
* Rêxistina HDP’a Turgutlu ya Manîsayê li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê qursa zimanê kurdî da destpêkirin û armanc dikin ku ziman biparêzin û pêş bixin. BI DÎMEN 
 
*Piştî ku Kobanê li dijî êrîşên DAIŞ’ê gihiştin serkeftinê şûnde, bi banga rewşenbîr, akademîsyen, hunermend û siyasetmedaran di 2018’an de 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin. Salîha Aydenîz a DBP’î  da zanîn ku jinan ji serkeftina Kobanê re pêşengî kiriye û got Kobanê ji cîhanê re bûye mînak. BI DÎMEN 
 
*Hevşaredara berê ya Kerboranê Zeynep Sîpçîk ku 5 sal û 8 meh in girtî tê darizandin, rûniştina wê her tim bi hinceta ‘wê li şahidê veşarî bê guhdarkirin’ tê taloqkirin.BI DÎMEN