Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Toroman pirsîn

  • 16:11 30 Cotmeh 2021
  • Rojane
STENBOL  - Vê hefteyê Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe de çîroka Huseyin Toroman vegotin. Dayika Huseyîn Hatice Toroman wiha got: "Beriya ku ez bimirin ez dixwazin bibînin ku ev kes bên cezakirin. Emrê min bû 75 sal. Hêj ez li benda cezakirina kujeran im."
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bêne dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 866’an de daxuyanî dan û bal kişandin ser windayan. Xizmên windayan vê hefteyê jî ji ber şewba vîrûsa (Covid-19) bi rêya onlînê daxuyanî dan. Mirovên Şemiyê vê hefteyê li ser çîroka Huseyin Toroman ê di bin çavan de hat windakirin rawestiyan. 
 
Huseyin Toroman, di 27’ê cotmeha 1991’an de li ber mala xwe ya Stenbolê ji aliyê kesên çekdar ve hat revandin. Dema Huseyîn hat revandin, 24 salî bû. Kesên ew revandin xwe wekî polîsên sivîl pênase kirin. Bi zorê ew li maşîna torosa spî suyar kirin û revandin. Keça Fehmî Tosun Besna Tosun, diyar kir ku binçavkirina Toroman înkar kirine. 
 
Dayika Huseyîn Toroman Hatîce Toroman jî anî ziman ku kurê wê 30 sal berê hatiye windakirin û wiha got: “30 sal in êş û hêrsa min kêm nebûye. Tenê ez tiştekî dixwazim. Ez dixwazin kujer bêne dîtin û darizandin. Em dixwazin hesap ji wan bê pirsîn. Kê zarokên me qetil kirin. Ew avêtin ku? Beriya ku em bimirin em dixwazin bibînin ku ev kesana bêne cezakirin. Emrê min bû 75 sal. Hêj ez li benda cezakirina kujeran im. 
 
Parêzera dosyaya Huseyîn Toroman Prz. Gulseren Yolerî jî anî ziman ku wan tekildarî binçavkirinê serî li rayedaran daye, lê serlêdana wan nehatiye qebûlkirin û wiha got: “Nameyek îxbarê ji midûriyeta polîsan re çûye. Îfadeyên di nameyê de wiha ne: 'Rojek ez nobedar bûm, piştî lêpirsîna îşkenceyê miriye. Bi fermana Midûrê Polîsan ê navçeya Gebzeyê ji aliyê Serkomiser Remzi Akincilarê li tenişta pirê hatiye definkirin.' Piştî van agahiyan hin lêkolîn hatin kirin. Lê tu encam bi dest nexistin. Piştî 20 sal şûnde bi hinceta dem boriye dosya lêpirsînê hat girtin. Lê piştî îtîrazan dosya ji nûve hate vekirin. Lê li gel dosya ji nûve hate vekirin jî heta niha lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin."