'Bi rakirina tecrîdê re dê aloziya li Tirkiyeyê ji holê rabe'

  • 09:05 30 Cotmeh 2021
  • Rojane
Sema Çaglak 
 
AMED - Siyasetmedarên jin diyar kirin ku tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandorê li tevahiya qadên jiyanê dike û gotin: "Tecrîd hem li girtîgehan û hem jî li hemû beşên civakê bi bandorê. Li dijî tecrîdê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn." 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Parêzerên Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn. Bertek û nêrazîbûnên li hemberî tecrîdê didomin. Siyasetmedarên jin di nêrînên xwe de anîn ziman ku tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî hemû beşên civakî jî tê meşandin. Jinan nêrînên xwe yên derbarê bandora tecrîdê de ji ajansa me re anîn ziman.
 
'Li her qadên jiyanê tecrîd heye'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Erxeniyê Mervan Yildiz, diyar kir ku di encama polîtîkayên tecrîdê de gel ji hemû qadên civakî hatiye dûr xistin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Tecrîd tê wateya îzolasyon û dûr xistinê. Ji qadên civakî, çandî û aboriyê dûr dixe. Bi tecrîda li hemberî birêz Ocalan hiqûqî tê binpêkirin. Heke bi Abdullah Ocalan re diyalog pêş bikevin Tirkiye dê ji nav aloziyan rizgar bibe. Bi taybetî li hemberî girtiyên siyasî jî tecrîdek heye. Di pêvajoya pandemiyê dê jî bêtir girtî ji civakê hatin îzolekirin. Bi hinceta pandemiyê hevdîtinên bi malbatan re hatin astengkirin. Malbat nekarin girtiyên xwe bibînin. Li hemberî girtiyên siyasî îşkenceyek sîstematik pêk tê. Ew hemû bûyer tecrîdê di nav xwe de dihewîne.” 
 
'Jin polîtîkayên tecrîdê qebûl nakin'
 
Mervan da zanîn ku desthîlatdariya AKP'ê polîtîkayên xwe yên dijminane li hemberî jinan bê navber didomîne: "Jixwe li ser jinan tecrîdek hebû lê bi taybetî di demên dawiyê de jî li hemberê jinan şerek hat destpêkirin. Di hewildana avakirina rejîma dîktatoriyê de jinan li hemberî xwe wek astengiyek dibînin, ji ber vê jî bêtir êrişê li jinan dikin û li hemberî jinan tecrîdê pêş dixin. Lê divê bê zanîn ku jin tu carî polîtîkayên tecrîdê qebûl nakin. Êdî polîtîkayên tecrîdê di nav gel de tê nîqaşkirin. Em dibînin ku pirsgirêka civatan bi hevdû re tune ye. Em baş dizanin ku ev desthîlatdar ne çêker e. Xwe bi polîtîkayên şer û wêrankirinê dide jiyandin. Li hemberê wê polîtîkayên tecrîdê jî divê gel bibin yek."  
 
'Divê Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe'
 
Hevseroka Komeleya 78'an Halîse Batgî destnîşan kir ku tecrîd sûcekê mirovatiyê ye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Tecrîd di heman demê de şerekê bi derûnî ye. Desthîlatdarî her gotinekê civakê li hemberî xwe wek terorîst pênase dike. Li Tirkiyeyê bi her awayî kaosek mezin heye û di nav xitimandinekê de ye. Çareseriya wê xitimandinê tenê bi rêya diyalogê çareser dibe. Divê bi birêz Ocalan re diyaog pêş bikeve. Tirkiyê encax bi vê awayî dikare nefesê bigire. Her wiha divê birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.”
 
'Bi ceza dayîna Ayşeyê peyam dan jinan' 
 
Halîse anî ziman ku li hemberê polîtîkayên tecrîdê herî zêde jin têdikoşin û wiha axivî: “Cûreyên tecrîdê ji aliye tu kesan nayê qebûlkirin. Divê jin ji bo şikandina tecrîdê pêşengtî bikin. Îro têkoşîna ku jin dide ji bo maf û azadiya hemû gelan e. Dema ku jin şiyar bibe tu tişt nikare pêşiya jinê bigire. Her wiha ji bo Ayşe Gokkan 30 sal ceza hat dayîn. Ayşe Gokkan tenê li dijî kuştina jinê derketiye û hatiye cezakirin. Ew tişt peyam dayîna li hemberî têkoşîna jinan bû. Êdî jin şiyar bûn. Êdî bes ji vê tecrîdê re."
 
'Çiqas bêdengî hebe ewqas zext û tecrîd zêde dibe'
 
Herî dawî jî Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rêzana Amedê Remziye Tek axivî û wiha bal kişand ser tecrîdê: "Tecrîd xwe bi serdestî, bêedaletî, bêhiqûqî ve nîşan dide. Xitimandina polîtîkayên dewletê bi her cureyê bandorê li civakê dike. Ev hemû mijar girêdayî kûrbûna tecrîdê ye. Di vê hêlê de jî pêwist e ku herî zêde jin şiyarbin. Dive li pey mafên xwe biçin û têkoşîna xwe yên li dijî van aloziyan mezin bikin. Çiqas bêdengî hebe ewqas zext û tecrîd zêde dibin. Divê jin li hemberê polîtîkayên tecrîdê xwe bi rexistin bikin û yekitiya xwe ava bikin.”