Sakar Emer di xwendina masterê de bû yekem

  • 14:20 29 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Sakar Emer di xwendina masterê de bû yekem. 
 
Xwendekara Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Sakar Emer Xidir di xwendina masterê de  bû yekem. Sakarê piştî qedandina salên xwendinê di Beşa Zanistê ya Koleja Perwerdeya Biniyat a Zanîngeha Raperînê de dixebitî. Li gel xebatên amadekariyê xwendina mastirê jî dikir. Dema xwe amade kir şûnde li Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dest bi xwendina mastirê kir û bi pileya yekemîn xwendina xwe bi dawî kir.
 
Zanîngeha Raperîn jî girêdayî serkeftina sakarê ev peyam da:"Sakar Emer Xidir di nava xwendevanên Îran û navneteweyî de weke xwendevana herî baş yekem hat hilbijartin."