Çalakiya 'Nobeta Edaletê' 235 roj in didome

  • 13:34 29 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - 235 roj in Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya Edaletê didomîne. Di peyama xwe ya îro de wiha gotin: "Dayikeke ku zarok û hevjînê wê hatine qetilkirin 8 meh in li pêş edliyeyê ye, tenê dixwaze rêgezên komarê pêk werin."
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 235’emîn de didome. Ji ber 29’ê Cotmehê Cejna Komarê edliye girtiye, malbatê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe domand. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Îro Cejna Komarê ye. Komar tê wateya demokrasiyê. Komar tê wateya hiqûqê. Komar tê wateya hemwelatiya wekhev. Dayikeke ku zarok û hevjînê wê hatine qetilkirin 8 meh in li pêş edliyeyê ye, tenê dixwaze rêgezên komarê pêk werin…”