Li Wêranşarê hevdîtina gel pêk hat

  • 13:21 29 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz tevlî bernameya “Dema Azadiyê” ya li Weranşarê bû û li vir bertek nîşanî ceza dayîna Ayşe Gokkan da û got: "Li Rojava jinên kurd li hemberî DAÎŞ'ê berxwedaneke bêhempa da. Ew berxwedan ji bo cîhanê bû mînak û îro jî li Efxanistanê jinan, berxwedana jinên kurd ji xwe re mînak digirin."
 
Di çarçoveya kampanyaya "Dema Azadiyê" ya ku ji hêla Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatî destpêkirin li Wêranşara Rihayê hevdîtina gel pêk hat. Hevdîtina gel li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Wêranşarê pêk hat. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, endamên rêxistina HDP'ê ya navend û navçeyê û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. 
 
Di despêka bernameyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û wiha bal kişand ser pêvajoyê: "Li her parçeyên Kurdistanê siyaseta qirkirinê ya li hemberî kurdan tê meşandin. Lê belê ji dîrokê de heya niha Gelê Kurd ew qebûl nekiriye û dê neke jî. Gelek berdelên giran hatiye dayîn. Gava em li erdnîgariyê û dîrokê re dinêrin Gelê Kurd yek ji qewmekî herî kevnar e. Gelê Kurd her tim ji bo mafên xwe, ji bo wekhevî, aştî û jiyanek azad têkoşînan daye.  Ev siyaseta qirkirinê hê jî berdewam dike. Herî dawî jî bi vê armancê tezkereya şer ji meclîsê derbas kirin."
 
'Kurd li Rojhilata Navîn hevsengiya siyasî ye'
 
Berdan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser bikaranîna çekên kîmyewî û wiha bi lêv kir: "Li Başûr bi çekên kîmyewî sûcê şerê tê kirin. Berpirsiyara wê ne tenê dewleta Tirk e. Di heman demê de Emerîka û Neteyên Yekbûyî ye. Seddam jî li wir çekên kîmyewî bikar anîbû û xwestibûn Gelê Kurd ji wan polîtikayên qirêj re çok danîn. Li dijî Gelê Kurd sûcên mezin tê kirin û ew ê hesabê bidin. Ew jî baş dizanin ku heke şer biqede ew jî dê biçin loma tezkereyê derbas kirin. Lê em dizanin ku di Rojhilata Navîn de Gelê Kurd bûye hevsengiya siyasî. Bêyî Gelê Kurd tu hesab nayê kirin."
 
'Li ser hemû gelan tecdîket heye' 
 
Berdan destnîşan kir ku tecrîd ne tenê li hemberî Gelê Kurd e li hemberî hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijî pêk tê û wiha axivî: "Zilma herî mezin li ser gelan pêk tê lê nayê hiştin ku kesek dengê xwe derxe. Dema komploya navneteweyî pêk hat ji bo Tirkiyeyê jî li ser Rojhilata Navîn peywira gardiyantiyê hate dayîn. Zilma herî zêde jî li hemberî Gelê Kurd hat kirin lê berxwedana gelê me ew sîstemê wê têk bir. Ji her aliyê Tirkiyê kaosek pir mezin tê jiyîn û encama wê sîstemê ne serkeftin e."
 
'Sîstema Komara Tirkiyeyê li ber helandinê ye'
 
Piştî Berdan Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku sîstema Komara Tirkiyeyê li ber helandinê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Îro Salvegera damezrandina Komara Tirkiyê ye. Ew çaxê sîstema yek perestî, yek olî, yek zimanî û yek netewî hat damezrandin. Em jî li hemberê vê sîstemê dibêjin sîstemekê demokratîk, wekhev, ekolojîk û azadiya jinê diparêze disekinin. Lê belê îro ew sîstema dewleta Tirk li ber helandinê ye. Ji ber ku sîstemek ku ne wekhev û azad be wê di dawiyê de were hilweşandin. Ew sîstema ku em diparêzin  li dijî sîstema yek zilamtî û nijadperestî wek alternatîvek e."
 
'Faşîzma herî zêde li ser girtîgehan e'
 
Salîha bal kişand li ser rewşa girtîgehan û wiha bi lêv kir: "Em li hemberê pergale faşîzm, pergala zayendperestiyê têkoşînên xwe berdewam dikin. Ew faşîzmê jî herî zêde li ser girtîgehan tê kirin. Îro girtîgeh bûne îşkencexane. Her roj li girtîgehan sûcê mirovahiyê tên jiyîn. Ji ber ku faşîzma xwe herî zêde bi rêya dewletê dikarin pêk bînin. Ji bo vê îro girtiyên siyasî wek rehîne tên girtin. Divê gelê me di hêla mijara girtîgehan de bi hestiyarî nêz bibin û têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'Têkoşîna jinan nayê çewisandin'
 
Salîha wiha dawî li axaftina xwe anî: "A din jî faşîzma li ser jinan e. Ew polîtîkayên dijminatiya li ser jinan herî dawiyê li hemberî Ayşe Gokkan hat nîşandan. 30 sal ceza lê hat birîn. Ew jî tolhilgirtina ji têkoşîna jinan bû. Xwestin ji jinan re peyamek bidin. Lê hûn çiqas êrîş bikin jî têkoşîna jinan nikarin bitepisînin. Mînaka berxwedana jinên kurd a herî berbiçav jî sîstema Rojava ye. Li rojavayê jinên kurd li hemberî DAÎŞ'ê berxwedaneke bêhempa da. Ew berxwedan ji bo cîhanê bû mînakek û îro li Efxanistanê jî jinan, berxwedana jinên kurd li dijî zîhniyeta Talîbanê ji xwe re mînak digirin. Em hêza berxwedana xwe û bi rêxistina xwe ji wan jinan digirin."
 
Bername ji çapemeniyê re girtî hat berdewamkirin.