ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 29 Cotmeh 2021
  • Rojev
*Parêzerê doza komkujiya Konyayê Abdurrahman Karabulut diyar kir ku delîlên di dosyaya lêpirsînê de neketiye îdianameyê û lêkolînek baş nehatiye kirin. Abdurrahman got: “Tetîkêş 3 meh beriya bûyerê wesayîtek bi 25 hezarî kirê kiriye. Bi vê çûye Bursa, Enqere, Eskîşehîr û Stenbolê. Gelo li wan deran kî dîtiye li kîjan otelan maye? Îhtîmalek mezin SADAT û hêzên wek wê li pişt gumanbar in.” BI DÎMEN 
 
 
* Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî, diyar kirin ku di hilbijartinê de daxwazên gel nehatin guhdarkirin, vîna gelê Herêma Federal a Kurdistanê nehat esas girtin û got: "Lê divê bê zanîn ku her roja diçe li beramberî plan, êriş û hileyan civaka me şiyar dibe û biryara têkoşîneke bihêztir dide. Ji bo avakirina azadiya civaka êzidî û naskirina statuyê em ê ji herdemê bêtir bixebitin." BI DÎMEN 
 
*Hîva Hiso ya 45 salî û dayika 8 zarokan a di nava berxwedana Kobanê de cihê xwe girt diyar kir ku xeyalên neyaran li Kobanê têk çûn û wiha got:"Her kesên welatparêz û bi axa xwe ve girêdayî terka Kobanê nekirin. Li dijî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê şerê hebûn û tunebûnê kirin. Neyar têk çûn û Kobanê ji bo Erdogan û hevkarên wî bû xewn û xeyal." BI DÎMEN 
 
*JINHA ya ku desthilatdarî û çapemeniya serdest a mêr nerehet kir, 5 sal berê bi KHK’ê hat girtin.
 
*Mekanîzma rexne xwerexnedayîn û rêgeza xwevekirinê jî hem têkiliyên fikrî hem jî yên ruhî û her wiha îdiaya jiyana me xurt dike. Di pergala hegomonîk de, mekanîzma rexne xwerexnedayînê ku dibe wesîleya qûtbûna têkiliyan, di paradigma me ya xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiya demokrtîk de, hêza me ya têkiliya bi jiyanê re xurtir dike. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ