Malbata Şenyaşar: Dibe ku sibê dereng be

  • 14:04 28 Cotmeh 2021
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbata Şenyaşar 234 roj in didome. Îro malbatê li ser medyaya dijîtal ev peyam weşand: "Dibe ku sibê dereng be. Edalet niha! Ji bo her kesî edalet." 
 
Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku Emîne Şenayaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar digirin di roja 234'an de didome. Malbat ku nobeta xwe li "Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar" nobeta xwe didomîne, daxwaza xwe ya edaletê dubare kir. 
 
Ferît Senyar, diyar kir ku 8 meh in di nobetê de ne. Ferît, bi bîr xist ku di 29 'ê cotmehê de damezrandina komarê tê pîrozkirin û wiha got: "Rayedarên dewletê û wezîr wê li ber medyayê rabin û qala demokrasî û edaletê bikin. Li Edliyeya Rihayê hovîtiyek heye. Hemû gel bi vê hovîtiyê dizanin. Endamekî partiya desthilatdar ji bo tunekirina malbatekê hêza cemaweriyê bi kar anî. Dayikek 8 meh in li ber edliyeyê ye û tenê tiştekî dixwaze; darizandineke adilane, lêpirsîneke bi bandor. Her kes vê hovîtiyê dişopîne, lê tu rayedarekî li ser mijarê tu şîrove nekiriye. Ji ber ku kiryarê vê hovîtiyê xwe li pişt hêza ku ev komkujî pêk aniye girtiye û ji kesî nayê bihîstin. Gel bi vê komkujiyê dizane. Heta ku ev dayik li ber edliyeyê vê nobetê bidomîne divê kes qala dewleta hiqûqê neke. Û em dixwazin ev zilm di zûtirîn demê de bi dawî bibe. 
 
Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî ev peyam: "Ji ber ku ev zilma li deriyê Edliyeya Rihayê dewam dike wê kesên dadgeriyê û piştre yên hikûmetê bi rê ve dibin, red bike. Heke kevirekî vê dayikê hebûya, dê bişkêna. Dibe ku sibe dereng be. Edalet niha! Ji bo her kesî edalet!" weşand.