ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2021'Ê

  • 09:00 28 Cotmeh 2021
  • Rojev
 
*Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re li Kurdistan, Tirkiyeyê û bi taybetî jî li Rihayê rizandinek tê jiyîn. Li dijî rizandinê divê tecrîd bidawî be. Ji bo bi dawîbûna tecrîdê jî pewiste têkoşîn bê dayîn." BI DÎMEN
 
*Jinên ji Dêrika Çiyayê Mazî yên bi rêya zeytûnan debara xwe dikin diyar kirin ku ew dixwazin ji bo zeytûnan kooperatîfek bê avakirin da ku karê wan hêsantir bibe û wiha gotin:"Zeytûnê Dêrikê îsal kêm in û ji aliyekî jî ji ber hinek derfetên kêm tê wê astekê ku zeytûnên me neyên firotin. Ji bo karê me baştir bibe divê kooperatîf bên avakirin." BI DÎMEN
 
*Endama Koma Aştiyê Yuksel Genç da zanîn ku  li dijî paradîgma netewdewletê ya Komara Tirkiyeyê  ku 98 sal in esas digire, tevgera kurd bi teza ‘komara demokratîk’  ji pirsgirêkan re çareseriyê digere û got: “Dema em di 1999’an de hatin, ger ku komara Tirkiyeyê em fêm bikirana wê îro ne Tirkiye di otorîterîzmê de bûna ne jî bi dehzaran kesî jiyana xwe ji dest bida.” BI DÎMEN 
 
*Fatma Edemen ya ji komkujiya Pirsûsê xilas bû diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û berxwedana li Kobanê tê dayîn ji bo hemû gelan dibe hêvî. BI DÎMEN